Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike 2020-10-01 10:34:33 STENBOL - Hunermenda perkusyonê Dîlan Yeşîlyaprak, anî ziman ku li dijî dîtina serdest armanca wê ew e ku bi koma xwe ya perkusyonê ya ji jinan pêk tê rîtma muzîka kurdî bi cîhanê bide naskirin.   Hunermend Dîlan Yeşîlyaprak, bi hunera xwe li dijî dîtina serdest dertê û dixwaze bi koma xwe ya perkusyonê ya ji jinan pêk tê rîtma muzîka kurdî bi cîhanê bide naskirin.   Dîlan Yeşîlyaprak 28 salî ye û ji Stewrê ya Mêrdînê ye. Di salên 1990'î de ji ber ext û zoriyan malbata wê koçî Îzmîrê dike. Yeşîlyaprak, di 12 saliya xwe bala xwe dide ser muzîkê û pêî dest bi tembûrê dike. Dû re enstrumanênd efî diceribîne. Ysşîlyaprak, aşê berê xwe dide darûqeyê, bendîr, def, cajon, bongo û tefê û nêzî 10 sal in di vî warî de xebatên xwe yên profesyonel didomîne.   Me bi Yeşîlyaprakê re der barê hunermendên perkusyonê yên jin û têkoşîna wan a li dijî dîtin û feraseta serdest de axivî.   PERKUSYON, HÊZ Û MÊR   Yeşîlyaprak, anî ziman ku eleqeya wê ya ji bo muzîkê bi saya elewiyan dest pê kiriye û got, pêşî dest bi tembûrê kiriye û dû re berê xwe daye enstrumanên din. Yeşîlyaprak, diyar kir ku heya wexta zanîngehê hin xebat kirine, lê belê rîtmê hestine cuda lê peyda kirine û got: "Gava zarok bûm, rîtm bi min tiştekî pir bihêz dihat. Gava min li perkusyonê dixist û çermê min temasî esntrumanan dikir, bi min wekî tiştekî efsûnî dihat. Min digot belkî tenê kesên bihêz dikarin li perkusyonê bixin. Di zarokatiya min de yên bihêz jî mêr bûn. Lewma min jî dixwest bihêz bim. Ez dibêm min ew texlîd kirin, ji bo bihêzbûnê. Yanî mêrîtî... Ez dibêjim, sedema ku jin oir di vî warî de naşixulin jî ev e."   Yeşîlyaprak, anî ziman ku "lêdan tişteke ku jin jê direvin" û got: "Tarwmayên me hemûyan hene, ên di vî warî de. Em di jiana xwe de hem bi şideta fizîkî hem jî ya derûnî re rû bi rû dimînin. Fîgurê ku şidetê dike jî mêr e. Lewma jin xwe pir nêzî entrumanên lêdanê nakin. Ji ber vê hevkêşeye hêsan hema bibêje perkusyonvanê jin qet tunene. Çimkî lêdan karê mêra ye, ê bihêz mêr e. Yanî ê li perkusyonê xwe jî mêr e. Jin bêtir rolên li wan hatine fesilandin tercîh dikin. Naîftî, kubartî û dîwarên her derê jinan digirin, nahêlin li perkusyonê jî bixin. wekî gelek tiştan jin xwe nêzî perkusyonê jî nakin."   Yeşîlyaprak, destnîşan kir ku lê belê gava li perkusyonê dixe feraseta heyî ya der barê jinan de tune dike û got: "Bi perkusyonê xwe îfade dike."   RÎTM Û JIN   Yeşîlyaprak, anî ziman ku pêwendiya bi enstrumana pekrusyonê ne zehmet e û got: "Perkusyon, enstrumaneke pir zelal e. Ez ji vê zelaliya wê hez dikim. Enstrumaneke ku zûzûka bersivê werdigirim. Gava ew lerizandina laşê min temasî perkusyonê dike û ew dengê ku wê kliyê dertê, pir zelal in û ev bi min wekît itşekî pir bihêz tê."   WÊ JINAN DAXILÎ NAV BIKE   Yeşîlyaprak, anî ziman ku perkusyon qadeke ku kes xwe pir azad hîs dike û got: "Lewma divê herî zêde jin perkusyonê tercîh bikin. Armanca min jî ev e. Nexasim perwerdehiyê didim perkusyonvanên jin. Dixwazim bersiva kesên ku dibêjin 'jin nikarin li perkusyonê bixin' bidim."   Her wiha Yeşîlyaprak, anî ziman ku di vî warî de bi zor û zehmetiyan re jî rû bi rû maye û got, lê belê piştî têkoşîneke dûr û dirêj ev feraset şikandiye.   ‘DIXWAZE RÎTMA KURDÎ LI CÎHANÊ BELAV BIKE'   Yeşîlyaprak, anî ziman ku herî zêde darbûqe bala wê dikişîne û ji ber vê perwerdehî ji hunermendê navdar ê cîhanê Ahmetê Msiirî jî perwerdehî wergirtiye û çûye warê darbûqeyê Misirê jî. Yeşîlyaprak, diyar kir ku li gelek welatên din jî perwerdehî wergirtiye û got, lê belê di salên dawî de xwestiye bi çand kurdî eleqedar bibe.   Yeşîlyaprakê diyar kir ku ji niha û pê ve tenê dixwae ji bo muzîka kurdî bixebite û got: "Dixwazim albûmeke perkusyoê çêbikim, lê tenê bi rîtmên kurdî. Di dema pandemiyê de min dît ku perkusyon pir bala jinan kişandiye û di 3 mehên dawî de tenê perwerdehiyê dide jinan û di pêş de dixwaze vê yekê veguherîne komeke festîvalê. Yeşîlyaprakê got: "Xeyala min ez komekê ava bikim. Komeke ji jinên kurd û li cîhanê bigerim û çanda me vebêjim. Ev ji bo min cihê heyecaneke mezin e."   MA / Semra Tûran