Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê 2020-10-01 10:33:55   RIHA – Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Grê Spî niha jî Tirkiye ji Serêkaniyê bi dest kişandina 54 ton ceh kir. Cehê ku bi peymaneke veşarî derbasî Tirkiyeyê hatiye kirin, nayê zanîn ku dê radestî kî bê kirin.    Tirkiye, ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi komên paramîlîter ên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) re di 9’ê cotmeha 2019’an de êriş biribû ser û kiribû bin kontrola xwe, dest bi kişandina ceh kir. Bi peymaneke ku di navbera Şaxa Ofisa Mehsûlên Çandiniyê ya li Serêkaniyê vebûye û Meclisa Herêmî ya Serêkaniyê de hat îmzekirin 54 ton ceh derbasî Tirkiyeyê hat kirin.    AQÛBETA CEH   Walîtiya Şirnexê,  bi daxuyaniyekê kişandina cehê Serêkaniyê ya Tirkiyeyê piştrast kir û ragihand ku cara yekemîn 54 ton cehê Serêkaniyê bi wesayitên li herêmê derbasî Tirkiyeyê hatiye kirin. Derbarê bihayê cehê ku bi peymaneke veşarî derbasî Tirkiyeyê hatiye kirin de hurgilî nehatine parvekirin û nayên zanîn ku dê radestî kî bê kirin û biçe kuderê.    ZEYTÛN Û GENIM JÎ DERBASÎ TIRKIYEYÊ HATIBÛ KIRIN   Beriya niha destpêkê zeytûnên Efrînê pişt re jî genime Grê Spî derbasî Tirkiyeyê hatibûn kirin. Ji ber kişandina genimê li Grê Spî qrîza nan derketibû û bihayê nan gelek zêde bûbû. Di encamê vê yekê de  gelê herêmê li dijî komên paramîllîter û Tirkiyeyê serî hildabûn û bi ser baregehên wan de girtibûn. Zeytûnên Efrînê jî bi etîketa zeytûnên Tirkiyeyê ji dewletên derve re hatibûn firotin.    MA / Bariş Polat