îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe 2020-10-01 10:28:24 ENQERE - Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê yê HDP’ê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku YEP ji gel û rastiya gel dûre û got: “Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêve bibe û pirsgirêkan çareser bike."   Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Êlihê Necdet Îpekyuz, Bernameya Aboriyê ya Nû (YEP) a ku Wezîrê Xizînê û Maliyetê Albayrak a dema 2021 û 2023’yan aşkere kir, nirxand.     Îpekyuz, diyar kir ku pêşdîtinên di daxuyaniya YEP’ê de hatin kirin, wê aboriyê hîn zêde biçûktir bike û wiha axivî: “Ev yek dahatûya millî ya ku dibe du beş wê kêm bike, bêkariyê zêde bike û newekheviya herêmî mezin bike.”    ‘SOZÊN DÛRÎ RASTIYA GELE’   Îpekyuz, da zanîn ku ji xwe diyar bû wê tabloyeke wiha ji YEP’ê derbikeve û wiha got: “Bername û tabloya YEP’ê ji pirsgirkên gel pir dûre. Di YEP’ê, hat xwestin ku bêjin sedama krîza aborî ya li Tirkiyeyê şewba vîrûsa koronayê ye. Lê em baş dizanîn ku ev rewş ne wisane û aboriya Tirkiyeyê, di nava krîzeke kûr de ye. Em dikarin bêjin ev krîza borî bi şewbê zêdetir derket holê. Berî şewbê jî, di budçeyê de valetî hebû, deynê derveyî welat hebû, bêkarî pir zêde bû û dowîz bilind dibû. Ji bo aboriyê ev pirsgirêkên serekene û her tim hebûn.”   ‘DESTHILATDARÎ NIKARE ABORIYÊ BI RÊVE BIBE’   Îpekyuz, dest nîşan kir ku YEP’ê ji bo krîza borî ya heyî, tu rêyên çareseriyê peşkeş nekir û wiha bilev kir: “Dema ku em li YEP’ê mêze dikin, peyveke tenê jî derbarê xizan û xizantiyê de derbas nabe. Tenê careke jî behsa karkeran nehat kirin. Di heman demê de qala demokrasi û azadiyê jî nehat kirin. Tekane rastiya ku YEP’ê derxist holê, desthilatdarî nikare aboriyê bi rêve bibe.”   MA / Selman Guzelyuz