Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye 2020-10-01 10:24:33   MÊRDÎN – Serdozgeriya Komarê ya Midyadê îdia kir ku 9 kesên di navbera salên 1994 û 1996’an de hatine windakirin “Tevlî PKK’ê bûne” biryara neşopandinê da. Balkêş e ku welatiyên hatine windakirin temenê wan di navbera 60 û 70 salî de ye û herî dawî li qereqolê hatine dîtin.    Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di navbera salên 1994 û 1996’an de 9 welatî hatin binçavkirin û pişt re hatine windakirin. Derbarê 9 kesan de di sala 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Lêpirsînê di 30’ê çileya 2012’an de dest pê kir. Lê belê di sala 2014’an de ji bo van serlêdanan biyara “nerayedariyê” hat dayîn û lêpirsînê şandin Serdozgeriya Komarê ya Midyadê. Serdozgeriya Komarê ya Midyadê jî carek din biryara “nerayedariyê” da. Di sala 2012’an de ji bo welatiyên bi navê Mehmet Emîn Atûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr û Şakir Demîr ên ji gundê Kerşafê ya Midyadê di sala 1995’an de ku hatibûn binçavkirin û tê gotin piştî hatine berdan agahî ji wan nehatiye girtin, gilî hatibû kirin, di lêpirsîna hat destpêkirin de dozgeriya Midyadê diyar kiribû ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê xwedî erk e. Dozgeriyê di fezlekeya amade kiribû de îdia kiribû ku Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay û her wiha Mehmet Emîn Atûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr û Şakir Demîr “dibe ku ev kes tevlî kadroya çiyê ya rêxistinê bûne.”    BIRYARA ‘NEŞOPANDINÊ’ HAT DAYÎN    Dozgeriyê di fezlekeya amade kiribû de diyar kiriye ku derbarê Fermandarê Cendirmeyan ê Midyadê Hilmî Kahraman, astsubay Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç de ku tiliya wan di bûyerê de heye di sala 2007’an de ji heman sûcdariyê lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara “neşopandinê” hatiye dayîn. Her wiha dozgeriyê sûcê avêtine ser bersûcan ku ji windakirina 9 welatiyan berpirsiyar in qebûl nekiriye û eleqeya wan bi bûyerê re nîne û nizanin ev kes sax in an jî mirine.    DOZGER WELATIYÊ 70 SALÎ TEVLÎ PKK’Ê KIRIYE    Ev welatî dema hatin windakirin Şehmûs Eroglû 67 salî, Mehmet Emîn Atûg 60 salî, Şukru Demîr 70 salî, Abdulkadîr Demîr 57 salî, Hiznî Bîlmen 44 salî, Abdullatîf Şahîn 39 salî, Husnî Çankaya 40 salî, Nîhat Aydogan 40 salî û Tevfîk Ay 45 salî bûne. Tevî temenê van welatiyan navsere bûye jî lê dozgeriyê ji bo wan gotiye ku “dibe tevlî kadroya rêxistiya çiya bûne.”    Tê gotin her 9 welatî jî herî dawî li qereqolê tên dîtin û ji wê rojê ve agahî ji wan nayê girtin.    MA  / Ahmet Kanbal