Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek 2020-10-01 09:59:19   STENBOL – Îmzevanên danezana "404 Welatiyan" operasyona li dijî HDP'ê nirxandin û bang kirin ku her kes li dor HDP'ê bibe xelek.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna bi hinceta çalakiyên Kobaniyên yên sala 2014'an de, di 25'ê Îlonê de li hemberî HDP'ê operasyonek dabû destpêkirin û. Piştî "101 Porsipiyan", îmzevanên danezana "404 Welatiyan" jî bertek nîşanî vê operasyonê dan.    Îmzevan Parlementera CHP'ê ya Îzmîrê ya berê Zeynep Altiok, karker Kenan Gungordu ku ji Şaredariay Zeytînbûrnûyê ji kar hatiye derxisti, Parêzer Akin Atalay û hunermend Ferhat Tûnç, ji bo HDP'ê bang kirin.    ALTIOK: DARBEYA LI DEMOKRASIYÊ    Parlementera CHP'ê ya berê Zeynep Altiok, anî ziman ku îqtidar ji zû de ye rêbaza tunehesibandina tercîha bi milyonan kesên dengê xwe didin HDP'ê, krîmînalîzekirina siyasetmedaran bi kar tîne û got: "Ayhan Bîlgen berê ji heman sûî hatibû darizandin û beraat kiribû. Lê belê cardin hat binçavkirin. A hatiye kirin darbe ye li demokrasiyê. Wisa xuyaye ev pêngav tenê ji bo mayîndekirina îqtidara yekzilamî hatiye kirin."    Altiok, bilêv kir ku divê her kes li dijî vê operasyonê rabe û got: "Helbet wê her partî di çarçoveya bernameya xwe de helwesta xwe diyar bike. Lê belê di serdemeke ku zimanê kîn û nefretê zêde bûye û hemû muxalif hedef tên girtin, ji bo platforma demokrasî û azadiyê gotina hevpar girîng e."    TÛNÇ:EM XWEDÎ LI HÊVIYÊ DERKEVIN    Ferhat Tûnç, anî ziman ku wê hêviya Tirkiyeyê HDP, piştî van êrîşan xurtir bibe û got, ji roja operasyon çêbûye heya niha bertek tên nîşandan û ev bertek jî nîşan didin ku HDP cihê hêviyê ye. Tûnç, bilêv kir ku "Xwedîderketina li HDP'ê pir girîng e" û got: "Kesên demokrasî, aştî, azadî û îstiqrara aborî dixwazin divê xwedî li HDP'ê derkevin. Bi tunehesibandina vîna bi milyonan kesî li vî welatî prisgirêk nayên çareserkirin. Bi taybetî banga min pêşî ji bo rewşenbîr û hunermenda ye. Dixwazî bila HDP'î bin an ne HDP'î bibin, divê xwedî li HDP'ê derkevin. Divê em bi gotin û emelê xwexwedî li HDP'ê derkevin."    ATALAY: HIQÛQA NÛ YA TIRKIYEYÊ    Parêzer Akin Atalay jî got: "Pîvana hiqûqa nû ya Tirkiyeyê bû bêhiqûqî. Mirovên berê bi heman sûcî hatine girtin û dû re AYM'ê binpêkirin tespît kiriye, cardin bi heman sûî tên binçavkirin. Ev bêhiqûqî ye. Aşkere ye ku operasyon ji aliy îradeya siyasî hatiye kirin. Civak giş bi armanca vê dizane. Xwestin HDP'ê krîmînale bikin. Îqtidar ji bo berjewendiyên xwe bi destê darazê dike. Yanî di vir de tiştekî ku di warê hiqûqî de bê nirxandin tuneye. Operasyoneke ku bi biryareke siyasî hatiye kirin."    Atalay, anî ziman ku armanca vê operasyonê ew e ku partiyên muxalif û civakê bitepisîne û got: "Tekane rêya xelasiyê ew e ku hemû muxalif bên cem hev du û bi hev re bertekê nîşan bidin. Divê muxalefet li hemberî vê operasyonê saiysî rabe. Hekena wê her tişt be rbi xerabiyê ve biçe."    GUNGORDU: EM LI DOR HDP'Ê BIBIN XELEK    Karker Kenan Gungordu jî operasyona li dijî HDP'ê şermezar kir û got: "Ev operasyona careke din jî nîşan da ku AKP li hemberî kesên muxalif ne edalet û hiqûqî, zoriyê bi kar tîne û dixwaze wan bitepisîne. Ez piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê radigihînim. Demildest divê zext û zoriyên li ser muxalefeta demokratîk bi dawî bibin û siyasetmedarên hatine binçavkirin bên berdan. Ez bang li muxalefeta demokratîk dikim ku li dor HDP'ê bibin xelek."