Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne 2020-10-01 09:07:52 STENBOL – Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Mûrat Mihçi, diyar kir ku seraktorên şerê di navbera Azerbêcan û Ermenîsatnê de Rûsya û Tirkiye ne û yên vî şerî gur diki her du dewlet in û got: "Di vê derê de zirara mezin digihê gelên her du welatan."    Di 27'ê Îlonê de li Qerebaxê Ermenîstan û Azerbêcan pev ketin. Şerê di navbera her du dewletan de didome.    Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Mûrat Mihçi, şerê navbirî û hesab û kîtabên Tirkiye û Rûsyayê yên di vî şerî de nirxandin.    ŞEREKÎ BIXWÎN    Mihçi, anî ziman ku pirsgirêka li herêma Qerebaxê pirsgirêkeke 30 salî ye û got, her du welat jî bi neyteke baş li dor maseyê rûnenştine. Mihçi, anî ziman ku hin welat vê yekê wekî amûreke tevlîheviyê bi kar tînin. Mihçi, destnîşan kir ku ji ber vê şer diqewime û daxuyaniyên propagandayî yên her du aliyan jî pêşî li ber rastiyan digirin.    Mihçi got: "Her du alî jî ji bo cesaretê li civaka xwe bar bikin, li gor xwe nûçeyan parve dikin. Li gor çavdêriyên em ji rojnamevanên herêmê werdigirin, şer şerekî bixwîn e û bi awayekî giran didome. Ji her du aliyan jî mirî hene. Ev pevçûnên beramber veguheriye şer."    TILIYA TIRKIYE Û RÛSYAYÊ    Mihçi, rola Tirkiye û Rûsyayê ew e ku wekî endamên Koma Mînskê navbenkariyê bikin, lê belê her du dewlet jî rola xwe bi cih naynin. Mihçi, destnîşan kir ku di kûrbûn û dirêjbûna vê meseleyê de tiliya her du welatan heye. Mihçi, anî ziman ku Rûsya cesaretê dide Azerbêcanê û operasyon pesend kiriye û got: "Em dibînin ku Tirkiyeya ku endamê Koma Mînskê ye alî digire. her wiha li wir ÎHA û hin amûrên din ên şer hene. muhtemel e ku eb ji Tirkiyeyê hatine stendin. Jixwe tê zanîn ku Tirkiye li wê derê perwerdehiyê dide. Her wiha tê gotin ku ji Sûriyeyê cîhadparêz jî anîne da ku li dijî Ermenîstanê şer bikin. Yanî di gurbûna vî şerî de tiliya Tirkiye û Rûsyayê heye."    Her wiha Mihçi, anî ziman ku têkiliya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan a bi Rûsyayê re, ne wekî ya serokwezîrê berê Serj Sarkîsyan e, lewma Rûsya di warê şer de cesaretê dide Azerbêcanê. Mihçi got: "A rast, ez dibêjim ev tê wateya hişyarkirina Ermenîstanê. Heger Azêrbêcan destûr ji Rûsyayê negirtina, wê neketa nava tiştekî wisa. Her du welat jî girêdayî Rûsyayê ne. Heger ûrisan bixwest ev mesele bê helkirin, wê di cî de mudaxile bikirana û bidana sekinandin. Lê ez dibêjim, ev pêvajo manewrayeke Rûsyayê ye. Helbet di vê derê de zirar digihê gelên her du welatan."    AKTORÊ EWIL Û AKTORÊ DUYEM    Mihçi, anî ziman ku ji xeynî Tirkiyeyê welatên din hemûyan di daxuyaniyên xwe de bal kişandine ser aştiyê û got: "Pir aşkere ye ku li wê derê aktorê ewil Rûsya û aktorê duyem jî Tirkiye ye. Ev her du aktor ji aktorên Ermenîstan û Qerebaxê li pêştir in. Her wiha Îran jî aktorek e. Wê liv û tevgerên avn aktoran kifş bibe bê ka pêvajo pêvajoyeke bixwîn e yan na."    HEWLDANÊN JI BO KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ    Ev çend roj in çapemeniya nêzî AKP'ê hin nûçeyan serwîs dike ku YPG'î ji bo şer çûne Ermenîstanê. Mihçi ev yek jî nirxand û got: "Li Emenîstanê gelek gel hene. Kurdên êzidî hene. Lê ne Ermenîstanê ne jî cihekî din pesend kiriye ku YPG'î çûne wir. He rdu alî jî dixwazin krîmînalîze bikin ku kurd ligel ermeniyan e. Ez bawer nakim ku ev yek rast be. Lê em dikarin vê bibêjin; êzidiyên li vê derê gotin; 'Em ne şer, em aştiyê dixwazin. Lê hege rşer biqewime em ê li nav refên Ermenî Qerebaxê cih bigirin.' Axirê li wê derê dijîn. Lê belê ev tenê daxuyaniyeke gelê xwecihî yê Ermenîstanê ye. Şer jî li wan nayê ferzkirin."    ‘ERMENÎ DI HEDEFÊ DE NE'    Mihçi, destîşan kir ku nûçeyên çapemeniya nêzî îqtidarê û daxuyaniyên siyasetmedarên îqtidarê nefretê gur dikin û got: "Min der barê vê de tweetek parve kir û a rast deng jî veda. Ermenî hedef tên girtin. Li ber patrîkxaneyê meş hatin lidarxistin. Jixwe li gorî lêkolîna Weqfa Hrant Dînk di bilêvkirina nefret de Ermenî di rêza yekem de ne. Hêvîdar im ev yek veneguhere rewşeke xirab. Metirsiyeke me ya bi vî rengî heye. Lê belê ji polîsên li ber saziyên baweriyî xuyaye ku rewş xirab e. Îro sê rojên ji ber ku min gotiye tekane rê diyalog e, gef li min tên xwarin. A rast ev pêvajo ji bo ermenî û gelên din ên li Tiriyeyê pêvajoya herî zehmet e."    MA / Îdrîs Sayilgan