Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe 2020-10-01 09:05:43 STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû anî ziman ku sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Heya tecrîd hebe wê li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê hebe."    Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve didome. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê û got, sedema sereke ya gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e.    Pîroglû, bibîr xist ku 22 sal in di ser Ocalan re tê xwestin "Tevgerea Azadiyê ya Kurd" bê tasfiyekirin û got, lê belê Ocalan bi veçirandina komployê û pêngavên avêtine pêşî li ber vê tasfiyeyê girtiye. Pîroglû, anî ziman ku helwesta Ocalan a li dijî tasfiyeyê pirsgirêka kurd kiriye pirsgirêkeke navnetweyî û got: "Lewma divê çareserî jî dorfirehtir be û çareseriyeke mezin be."    ‘FATÛREYA TECRÎDÊ GIRAN E'    Pîroglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd ji meseleya şer wêdetir e û got: "Domandina polîtîkayên tecrîdê, ji xeynî zext, şer, xwîn û fatûreyên giran ên aboriyê tu tişt neaniye Tirkiyeyê. Lê mixabin çi hêzên kedê çi jî hêzên demokrasiyê diyalekta di navbera pirgsirêkên xwe û polîtîkaya tecrîdê de rast danenîne. Lewma neçareserkirina siyasetê ya di pirsgirêka kurd de wekî pirsgirêka gelê kurd tê fêmkirin. Di navbera polîtîkayên tecrîdê û pirsgirêka kurd de rasterast têkiliyek heye. Ev têkilî heverastî têkiliya têkoşîna ji bo demokrasî û kedê ye."    ‘KRÎZ Û ZEXT'    Pîroglû, destnîşan kir ku kengî polîtîkaya tecrîdê hebikekî sist dibe, di warê çareseriya pirsgirêka kurd de derfetên çareseriyê rû didin û got: "Gava dewlet polîtîkayên şer sist dike, li Tirkiyeyê derfetên têkoşîna jib o demokrasiyê zêde dibin. Polîtîkayên zext ûz oriyê yên dewletê li dijî gelê kurd wekî siayseta şer û li rojavayê welêt jî li dijî hêzên ked û demokrasiyê jî wekî zext û dorpêçkirinê vedigere. Mesela di navbera TTB û pirsgirêka kurd de pêwendî tê danîn û bi vî awayî tê darizandin. Kî li kû derê doza heqê xwe bike, tê terorîzekirin. Ev terorîzekirin jî heverastî polîtîkayên dîkekirinê yên dewletê ne ku di pirsgirêka kurd de pêk tîne."    ‘PEYAMÊN OCALAN BAŞ NAYÊN XWENDIN'    Pîroglû, bibîr xist ku di dawiya têkoşînên li dijî tecrîdê de car carinan hevdîtin bi ocalan re tên çêkirin û got: "Lê belê hêzên ked û demokrasiyê peyamên Ocalan ên di van hevdîtinan de dide rast naxwînin. Di êrîşên li ser HDP'ê de û tenêhiştina HDP'ê jî nîşan dide ku ev mesele rast nehatiye fêmkirin. Di hilbijartina dawî de hat dîtin ku gelê kurd û hêzên ked û demokrasiyê çawa îqtidarê têk şikandin. Pêşniyara rêya 3'yem a Birêz Ocalan, bangawaziya têkoşîna hevpar a hêzên demokrasî û kedê û ya gelê kurd e. Lê mixabin hîn jî ev yek rast nehatiye fêmkirin. Serketina hêzên demokrasiyê û têkşikandina îqtidarê bi têkoşîna yekbûyî ya gelê kurd û hêzên ked û demokrasiyê pêkan e. Em mecbûr in vê yekê bibînin. Di vî warî de gavine berbiçav tên avêtin, lê ne bes in."   Pîroglû got: "Heya tecrîda li Îmraliyê dewam bike, wê li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê jî dewam bike. Heya pirsgirêka demokrasiyê dewam bike, wê dewlet zext û zoriyên dewletê jî dewam bikin."    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Pîroglû got: "Niha li pêşiya me peywira lezgîn, bidawîkirina karaktera zorbe ya vê îqtidarê ye. Tekane rêya vê yekê jî têkoşîna yekbûyî û hevapar a gelê kurd û hêzên demokrasî û kedê ye. Ji bo afirandina zimanê polîtîk û amûrên polîtîk ên vê yekê, berpirsiyarî li ser milê me ye. Kî ji vê berprisiyariyê bireve, wê xizmeta mayîndebûna zext û zoriyên îqtidarê bike. Divê em ji bo rêxistinbûyîna têkoşîneke hevpar hewldanên xwe bikin yek."    MA / Erdogan Alayûmat