Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin 2020-10-01 09:05:17 AMED – Li Amedê zarokên ku li bazaran dişixulin, barên ji xwe girantir dikişînin. Parêzer Omer Sansarkan bal kişand ser sedemên karkeriya zarokan û got, sedemên wê "koçberî, zêdebûna nifûsê, betalî û aborî ye."    Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ên "Lêkolîna Hêza Karî ya Zarokan a 2019'an", li seranserê Tirkiyeyê 16 milyon û 457 zarokên temenê wan di navbera 5-17 salan de hene û ji van zarokan 720 hezar jê tên şixulandin.    BARÊN GIRAN DIKIŞÎNIN    Dîsa li gor rapora "Encamên Herêmî yên Lêkolînê Mercên Dahat û Jiyanê yên 2019'an" de, di nav "Bajarên Xizan" de Amed jî heye. Zarokên li navçeyên navendî Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê li bazarên semtî dixebitin, temenê wan di navbera 7-16 salan de ye. Zarok, barênw elatiyên tên bazaran alvêrê dikin bi erebokên destan dikişînin. Zarokên ku her diçe hejmara wan zêde dibin di rojekê de carinan 3, carinan jî 4 doran dikin û rojê di navbera 20-30 TL'yan de pere bi dest wan dikeve.    Ji zarokên tên li bazarên semtî dişixulin hin jê piştî dibistanê bi erebokên xwe tên bazarê hin jê jî ji ber rewşa aborî ya malbatê nikarin biçin dibistanê.    ‘EZ MECBÛR IM BIŞIXULIM'    B.K. yê 11 salî ku 2 du sal in tên li bazaran dişixule, anî ziman ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e her roj diçe bazarn dişixule û got: "Em baran dikişînin û pereyan qezenc dikin. Rojê 20-30 lîre bi dest me dikeve. Ez mecbûr im pereyan qezenc bikim."    M.B. yê 13 salî jî anî ziman ku ji bo aliyê malê bike sal û nîveke li bazaran dişixule û got, li malê tenê ew û bavê wî dişixulin. M.B. got: "Em 5 xwişk û bira neç Bavê min dişixule. Karekî zehmet e, lê wekî din tiştekî ku em bikin tuneye. Perê bi dest me dikeve diguhere. Karê me karkeî giran e, lê em mecbûr in. Heger barê ez bikişînim cihê wî dûr be, ez fiyetê wê diyar dikim. Heger nêz me, çi qasî bidin ew e. Diçim dibistanê. Ji bo aliyê malê bikim dişixulim."    M.K. nû dest bi lîseyê kiriye anî ziman ku 7 xwişk û bira ne û 3 sal in li bazaran dişixule. M.K. got: "Ji bo bixebitim têm. Ez û bavê xwe dişixulin. Rojê 20-30 TL bi dest me dikeve. Hefteyê tenê du rojan naçim bazaran."    F.Y. jî anî ziman ku li mala wan kes naşixule, lewma 5 sal in li bazara dişixule.    TENÊ LI SER KAXEZÊ YE   Endamê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Omer Sansarkan jî bal kişand ser sedemên zêdebûna karkeriya zarokan û got, sedemên wê "koçberî, betalî, zêdebûna nifûsê û aborî" ye. Sansarkan, anî ziman ku Trkiye îmze daniye bin hin peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên ji bo pêşî li ber karkeriya zarokan bê girtin, lê belê di warê qanûnî de qels dimîne. Sansarkan got: "Tirkiye tenê îmze daniye bin van peyaman Lê ji bo pêşîlêgirtina karkeriya zarokan tu tiştî nake. Wekî tê zanîn piştî 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê hat qebûlkirin, Tirkiyeyê bi tevahiya waliyan re civîn çêkirin. Di civînê de tenê li ser kaxezan hin nirxandin hatin kirin, danekevin kuçeyan ji bo pêşîlêgirtina vê tu tiştî nakin. Wezareta Dadê û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî wekî tiştekî asayî wêneyên der barê karkeriya zarokan de li ser medyaya civakî parve kirin. Bi vî awayî karkeriya zarokan wekî tiştekî asayî nîşan didin. Bi vê rew gelek kardêr jî bi erzanî wan didin şixulandin. Lewma hejmara zarokên dişixulin zêde dibin."    XETA RAGIHANÊ   YSansarkan, destnîşan kir ku heger bê kontrolkirin wê pêşî li ber karkeriya zarokan bê girtin û got, demekê ji bo zarokên dixebitin dev ji kar şuxlê berdin xeta ragihanê hatibû çêkirin û ev yek li Amedê hatibû kirin. Sansarkan got: "Ev xebat tenê bi xeta telefonê ma. Wekî din tu xebat nehatin kirin. Jixwe wê demê walyan wekî ku ev xebat kiribin û bi ser ketibin daxuyanî didan. Lê em li kuêeyan tim leqayî wan zarokan dihatin. Ew dîmen her tim hebû."    MA / Ergîn Çaglar- Cahît Ozbek