Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin! 2020-10-01 09:02:21 AMED - Di doza Hêlîn Şenê de bi hinceta der barê polîsê bersûc de destûra lêpirsînê tuneye biryara rawestandina darizandinê hat girtin. Parêzer Ercan Yilmaz, anî ziman ku biryara navbirî biryareke şaş e û got: "Ev jî nîşan dide ku bê ka dozger çi qasî bê ser û ber dosye şopandiye. Tu eleqeya tişta ku polîsê bersûc kiriye bi peywira wî re tuneye."    Li Sûr a Amedê di dema qedeyên derketina derve de, di 12'ê Cotmeha 2015'ande Hêlîn Hasret Şen gava ji bo nan bikire derketibû derve bi guleya polîsên di wesayîta zirxî de hatibû kuştin. Der barê kuştina Şenê de li polîs Abdullah E. bi sûcê "bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirinê" di meha Kanûnê de doz hatibû vekiribûn. Danişîna 4'em a dozê di 24'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzerê bersûc bi îdiaya "tişta hatiye kirin di çarçoveya sûcên têkildarî peywira polîs de ye" xwest destûra lêpirsînê bê girtin û teqîbata heyî bidome.    Li ser vê heyeta dadgehê jî bi hinceta destûra lêpirsînê tuneye, biryara rawestandina darizandinê da.    Wê parêzerên Şenê, serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yem bidin û îtiraz bikin.    ‘BIRYAREKE ŞAŞ E'    Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Parêzer Ercan Yilmaz ku dozê dişopîne, biryara rawestandina darizandinê nirxand.   Yilmaz got: "Em ne li bendê bûn ku dadgeh biryareke bi vî rengî bigire."    Yilmaz, destnîşan kir ku hinceta ji bo biryara dadgehê û biryara ji bo lêpirsînê ji walîtiyê xwestin destûrê biryarek "şaş" e.    Yilmaz, bilêv kir ku beyanên şahidan ên di dosyeyê de û di çarçoveya lêpirsîna dîsîplînê de cezaxwarina bersûc, delîl in li cihê bûyerê pevçûn neqewiiye. Yilmaz got: "Dibe ku polîsê ku Hêlînê kuşt roja bûyerê li ser kar be. Lê belê peywira wî tesîskirina asayîşê ye. Tu pevçûn çênebûne û li dijî hevalên wî êrîşek tunebûye. Lê rabûye jixweber çek şixulandiye. Berî bera Hêlînê bide, çend derban berdide. Çek, carekê nehatiye şixulandin. Lê ji ber ku wê çaxê kes li kuçeyê tunebûye, zirar negihaye tu kesîç Lewma biryara navbirî, biryareke kêm e."    NÊZÎKATIYA DOZGER    Yilmaz, anî ziman ku hikmê lêpirsîna îdarî li gor hiqûqê ye, lê piştî 5 salan biryareke bi vî rengî hem baweriya malbatê ya bi edaletê nehiştiye hem jî ev ne heqê tu kesî ye. Yilmaz got: "Diviyabû dozger hemû kar û barên lêpirsînê bikirana."    Yilmaz, bibîr xist ku heya sala 2019'an jî der barê dosyeyê de biryareke "nepen" hebûye û got: "Ji xeynî çend ewraqan bi tu awayî me niakribû xwe bigihîne dosyeyê. Diviyabû dozgerê komarê yê demê ji bo destûra lêpirsînê destûrên heyî hel bikirana. Ev jî nîşan dide ku bê ka dozger çi qasî bê ser û ber dosye şopandiye."    Yilmaz, destnîşan kir ku erka bikaranîna çekê ya polîsan diyar e û got: "Dibe ku wê rojê li wir peywirdar be. Lê belê tu eleqeya tişta ku polîsê bersûc kiriye bi peywira wî re tuneye."   MA / Mehmet Şah Orûç - Aydin Atay