15 girtî ji Xerpetê sirgûn kirin 2018-01-09 12:16:40 XERPET - Li Girtîgeha Tîpa E ya  Xerpetê 15 girtî sirgûnî Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlekariya Bilind a Xerptê kirin.   Li Girtîgeha Tîpa E ya Xerpetê 15 girtiyên di navê de nûçegihanê DÎHA ku bi KHK’ê hat  girtin Mehmet Guleş jî heyî, sîrgûnê Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlekariya Bilind a Xerpetê kirin.     Rojnameger Guleş di hevdîtina bi malbatê re, diyar kir ku bi 15 hevalên xwe re di rojên borî de sirgûn kirin. Guleş, da zanîn ku di dema sîrgûnê de destûr nedan amûrên xwe yên takekesî bi xere bibin û  rayedarên Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlekariya Bilind a Xerpetê ji wan re gotine ‘Hûn dikarin amûrên xwe ji nû de li vir bikirin."    Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê di 08’ê Çile de jî, 10 girtiyên di greva birçûbûnê de sîrgûnê girtîgehên cuda kiribûn.