Piştî 19 mehan derketin pêşberî dadgehê 2018-01-09 11:43:38 MÊRDÎN - Yekemîn danişîna 17 jê zarok 67 kesên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de hatin girtin dest pê kir.  Malbat û rojnameger bi hinceta “Ewlekariyê” negirtin salona danişînê.  Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 26’ê Gulan 2016’an, di îlankirina qedexeyên derve de, piştî 76 kesên ji navçeyê hatin derxistin, hatibûn binçavkirin. Dûre bi hinceta 19 sûcdariyên cuda 17 jê zarok bi giştî 67 kes hatin girtin. Piştî 19 mehan îdîaneme hat qebûlkirin û yekemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dest pê kir.  Danişîna dozê li salonek avahiya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) destpêkir, ewilî zarokên girtî anîn.      ROJNAMEGER Û  MALBAT NEGIRTIN HUNDIR   Dadgehê malbat û rojnameger bi hinceta “Ewlekariyê” negirtin danişînê, tenê parêzer girtin. Hat diyar kirin ku darizandina zarokan dê heya 16’ê Çile bidome.