Malbata Safiturk: Di nava buyerê de amirê emniyetê heye 2020-09-29 15:10:47 DÎLOK – Kekê Qeymeqamê Derikê Fatîh Safiturk, Alî Haydar Safiturk di dozê de axivî û got: “Em difikirin ku Amirê Emniyeta Derikê Mustafa Hakan Kutluay di nava êrişa bombeyî de cih digire.”    Di 10’ê mijdara 2016’an de li dijî Qeymeqam û Qeyûmê Şaredariya Navçeya Derîkê ya Mêrdînê Muhammet Safiturk êrişa bombeyî pêk hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê bûyerê de doz hatibû vekirin. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê derbarê 15 bersûcan de biryar dabû. Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê biryarê xera kir û derbarê 8 kesan de dîsa biryara darizandinê da. Li ser vê yekê danişîna çeremîn a doza derbarê 8 kesan li 3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Dîlokê hat lidarxistin. Zînnet Erdaş û Mehmet Denîz bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Zuhal Dalçîn, Fîkret Bagî û Vedat Erol û parêzerên xwe li danişînê amade bûn. Birayê qeymeqam Safiturk, Alî Haydar Safiturk, bavê wî Asim Safiturk û parêzerên xwe tev li danişînê bûn.    Şandeya li dosyeya dozê dinêrî hat guhert. Yên ji dozê tên darizandin beyanên xwe yên berê dubare kirin û xwestin werin beratkirin.   'AMIRÊ EMNIYETÊ DI NAV BÛYERÊ DE YE’    Kekê Safiturk, Alî Haydar Safiturk di dozê de axivî û beyanên xwe berê dubare kir û got: “Em difikirin ku Amirê Emniyeta Derikê Mustafa Hakan Kutluay di nava êrişa bombeyî de cih digire. Divê Kutluay girtî bihata darizandin lê niha li ser wezîfeya xwe ye. Ev yek me aciz dike. Dixwazim beyanên min hildin ber çavan û li gorî vê yekê muamele bikin.”    Şandeya dadgehê biryar da ku daxwaza Alî Haydar Safiturk were nirxandin û danişînê taloqî 12’ê çileya 2021’an kir.