Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye 2020-09-27 12:01:38   WAN - Servet Tûrgût ê bi Osman Şibanre hat binçavkirin û ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de têkoşîna jiyanê dide.      Li navçeya Şaxê ya Wanê, di 11’ê îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê Servet Tûrgût û Osman Şiban binçav kiribûn û piştî ku 2 rojan agahî ji wan nehatibû girtin, li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê derketibûn holê. Piştre jî bi rapora nexweşxaneyê derketibû holê ku ji helîkopterê hatine avêtin. Bavê 7 zarokan Servet Tûrgût 17 roj in li li beşa lênêrîna awarte têkoşîna jiyanê dide û destûr nayê dayîn ku malbata wî bi tu awayî nêzî wî bibe. Ji ber vê sedemê malbat li ber derê nexweşxaneya sekna xwe didomîne.    Bavê 8 zarokan Osman Şiban jî ku bi Servet Tûrgût re hatibû binçavkirin û ji helîkopterê hatibû avêtin li mala wî ya Mersinê tedawiya wî tê berdewamkirin.