Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in 2020-09-27 11:19:56   QERS – Parlamenterên HDP’ê, yên bi armanca piştevaniya Hevşaredar Ayhan Bîlgen, li Qersê ne, diyar kir ku li bajar kesên dengê xwe nedana DHP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in û kêfxweşiya xwe ya ji bo xizmetên şaredariyê tînin ziman.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê çalakiyên Kobanê yên sala 2015’an da destpêkirin de gelek rêveber û endamên HDP’ê hatin binçavkirin. Bertekên li dijî van binçavkirinan didomin. Yek ji van kesên ku di vê operasyonê de hat binçavkirin Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen e. Parlamenterên HDP’ê yên bi armanca piştevaniya Bîlgen li Qersê ne, tiştên qewimîn weke “darbeya siyasî ya darazê” pênase kirin.    KETINE DILÊ GEL   Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk, diyar kir ku di nav gel de li dijî operasyonê hêrseke mezin heye û wiha got: “Daraza ku bûye darê AKP’ê li dijî partiya me darbeyeke siyasî pêk anî. Ayhan Bîlgen û rêveberiya şaredariyê, bi xizmeta ku kirine ketine dilê gel. Me dît ku gelê Qersê çiqas ber Aygan Bîlgen dikeve. Dema ku min dît gelê Qersê ji bo vegera ser kar a Bîlgen diayan dike îftixar kir.”   NÊZIKBÛNA KESÊN NE HDP’Π   Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî destnîşan kir ku bi bajarekî ku nû hatiye avakirin re rûbirû ne û ev tişt anî ziman: “Ji ber serdan û xizmetên me gel spasiya me dike. Binçavkirina Ayhan Bilgen di nav gel de bûye sedema bertekên micid. Gel hem li gel partiya me hem jî li gel Hevşaredar Bîlgen e. Welatiyan bi awayekî aşkera ev tişt gotin, ‘Ez ne HDP’î me, lê piştî 25 salan me gihandin xizmet, rê û avê. Êdî çopên me tên berhevkirin. Taxên me bêhn nadin. Zarokên me êdî ne di rêyên bi herî di rêyên biasfalt de dimeşin’. Ev gotin gelek girîng in. Me îftixar kir.”    LÎSTIKÊN LI SER ŞAREDARIYÊ    Koçyîgit, da zanîn ku demeke dirêj e li ser Şaredariya Qersê lîstik tên lîstin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Hin rêxistinên partiyên li bajar xebatên tayînkirna qeyûm dikin û ji bo vê yekê bang û provakasyonên wan hene. Ji ber xebatên şaredariya me û sekna me ya durist hê serî li vê nedane. AKP hem xizmet nake hem jî xizmetkirina me asteng dike. Wê Hevşaredar Ayhan Bîlge ji binçavan derkeve.”