Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye 2020-09-27 10:39:39   MÊRDÎN – Derket holê pisporên ku di doza Hevserokê Berê yê HDP’ê yê Mûşê Ferhat Çaki de rapor amade kirine ehliyeta wan a pisporiyê tuneye.        Hevserokê Berê yê HDP’ê yê Mûşê Ferhat Çaki, di 10’ê tebaxa 2019’an de hatibû girtin. Derket holê ku pisporên di doza Çaki de rapor amade kirine ehliyeta wan a pisporiyê tuneye. Kesên ku ehliyeta wan a pisporiyê tuneye di lîsteya pisporan a Wezareta Edaletê de cih digirin. Rewşa mijara gotinê ye, bi nîşeyeke taybet ku ji serokê dadgehê re hatibû şandin û di nav dosyayê de hatibû jibîrkirin derket holê.    NÎŞE: WEKE KRÎMÎNALA NETEWEYÎ EM DI LÎSTEYÊ DE TUNENE   Rapor, li ser navê Saziya Raporkirin û Lêkolîna Krîmînala Edlî ya Buroya Krîmînal a Neteweyî, ji aliyê Pispora Zanistên Fenî yên Edlî Zeynep Sarisoy, Dîrektorê Saziya Buroya Kîmînal a Neteweyî Ûgûr Kûrtûlan û Pispor Sureyya Nasoz ve hatiye amadekirin. Di raporê de, di nîşeya ku ji aliyê Sureyya Nasoz ve ji serokê dadgehê re hatiye nivîsandin de ev tişt tê gotin: “Hilbijartinên pisporên hiqûqî hê îsal nehatine destpêkirin. Em di lîsteyê de weke Krîmînal a Neteweyî tunene. Ji ber vê sedemê hûn ê biryara sarfê nenivisînên. Em ê jî razînê negirin. Ji kerema xwe re hûn dikarin destpêkê dosyayê ji pisporan Sureyya Nasoz re bişînin û piştre biryara sarfê li ser navê wî binivisînin? Di raporê de navê wî heye. Bila biryara sarfê li ser navê Krîmînala Neteweyî ji Sureyya Nasoz re derkeve ku; em jî karibin razînê bigirin. Hûn dikarin bibin alîkar? Ji bo bedêla vê raporê em 800-900 TL fikirîn. Lê erêkirin a serok e.”   HAT ANGAŞTKIRIN ‘LIHEVHATIYE’   Dê sibê danişîna doza Çaki ku bi angaşta “emdatiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê bê dîtin. Di rapora pispor a ku derbarê Çaki de hatiye amadekirin de ji bo 17 wêneyên ku Çaki gotiye ne yê wî ne, tê angaştkirin ku bi Çaki re “lihevhatî” ne. Di raporê de cih ji agahiyên derbarê kesên ku Çakir bi telefonê bi wan re axiviye re jî hatiye veqetandin. Navê Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik û endamên MYK û PM’a HDP’ê di raporê de cih digirin.    MA / Ahmet Kanbal