Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e 2020-09-27 09:45:56   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, têkildarî operasyona li dijî rêveberên HDP'ê ya der barê bûyerên Kobanê de bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir û got: "Tam dema vegotina rastiyan e."    Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enyereyê di 25'ê îlonê de di çarçoveya “Lêpirsîna Bûyerên Kobanê" de li dijî endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê operasyon pêk hat. Di operasyonê de polîsan 20 siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Lijneya Giştî ya HDP'ê piştî operasyonê civîya û nirxandinên berfireh kirin. Têkildarî armanc û polîtîkaya operasyona li dijî HDP'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Buldan, bal kişand ser armanca operasyona piştî 6 salan û wiha got: "Em dibînin ku hikûmeta AKP'ê demek dirêj e bi operasyonên qirkirina siyasî darbeyan pêş dixe. Ev operasyon jî pêngavek nû ya vê darbeyê ye. Ev operasyonek pir bi awayekî berfireh li dijî partiya me pêk hatiye. Di navde hevşaredar û endamên MYK'ya HDP'ê jî hene. Ev operasyon ne tenê li dijî HDP’ê ye. Ev operasyon li dijî gelê Tirkiyeyê pêk hatiye. Tu eleqeya wê û hiqûqê bi hev tune. Bi temamî siyasî ye. Bûyerên 6-8'ê Cotmehê 6 sal berê bûn. 4 sal berê lêpirsînê dest pê kir. Îfadeyên endamên MYK'ê girtin. Ayhan Bilgen ji ber vê meseleyê hat girtin û beraet kir. Tazmînat qezenç kir.  Niha li hemberî me îqtîdara bi tu awayî bi ser nakeve heye. Nikare aboriyê û pandemiyê bi rêve bibe. Bi her awayî asê maye. Niha bi operasyonên ku aqilekî nû ava bike emrê xwe dirêj dike. Hemû kesan li dijî vê operasyona li hemberî HDP’ê gotinên xwe anîn ziman. Ji xeynî AKP-MHP'ê hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî bertekên xwe anîn ziman. Hemû nivîskar û rewşenbir li dijî vê operasyonê derketin. Her kes li HDP'ê xwedî derketin. Di vî milî de AKP dê bêtir bi tenê bimîne."   Buldan, da zanîn ku her îtîefaqa demokrasiyê mezin dibe dixwazin vê yekê asteng bikin û wiha berdewam kir: "Di hilbijartinek pêş de êdî AKP bi tena serê xwe nikare bi ser bikeve. Dê li dijî Yekîtiya Hêza Demokrasiyê têk biçe. Ji ber vê yekê ew qas êrîş dike."    'HÊZA ÎTÎFAQA DEMOKRASIYÊ MEZIN DIBE'    Buldan, da zanîn ku piştî vê operasyonê gelek der û dorên cuda li partiyê xwedî derketin û wiha lê zêde kir: "Ewil wekî ku tenê operasyon li dijî endamên MYK'ê yên HDP'ê ye nîşan dan. Lê piştî xwedî derketin zêde bû, vê carê mijar guhertin. Xwestin bi Qendilê ve girê bidin. Ev operasyonek siyasî ye. Hemû kesên li me digerin vê yekê tînin ziman. Divê muxalefet di vê mijarê de paşerojê bibîne. Her ku opersyon zêde dibin muxalefet bêtir nêzî hev dibe. Li dijî êrîşan bingeha têkoşîna hevpar pêş dikeve. Îqtîdar jî herî zêde ji tifaqa muxaletefetê ditirse. Em dibînin ku li dijî êrîşan îtîfaqa demokrasiyê her ku diçe mezin dibe. Ji ber vê yekê operasyon ne tenê li dijî HDP’ê ye. Operasyon li dijî hemû gelê Tirkiyeyê pêk hatiye. Di hilbijartina pêş de AKP êdî bi tena serê xwe nayê hilbijartin û nikare Tirkiye bi rêve bibe."    'EM HEV BI TENÊ BIHÊLIN DÊ SIBÊ DOR BÊ ÊN DIN JÎ'    Buldan, xwest hemû hêzên muxalif mil bidin hev û li hev xwedî derkevin û wiha axivî: "Eger em li dijî van êrîşan dengê xwe bilind nekin û nebin yek dê sibê dor bê ên din jî. Tişta îro li me tê kirin dê sibê li hinekî din bê kirin. Ewil baro kirin hedef. Niha TTB’ê dikin hedef. Niha jî li dijî HDP’ê operasyon çêkirin. Em îro bêdeng bimînin dê sibê dor bê me jî. Ji ber vê yekê tam dem dema em bi hevre têbikoşin e."     'DAVÛTOGLU JI HER TIŞTÎ AGAHDAR E'    Buldan, bal kişand ser helwesta Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û wiha got: "Davutoglu ji her tiştî agahdar e. Her tiştî zane. Dem dema vegotina rastiyan e. Ez bawer dikim ku Davutoglu dê têkildarî tişta li HDP’ê hatiye kirin biaxive. Di pêvajoya 'Plana Têkçûnê' di meriyetê de bû, beriya pêvajoya çareseriyê me bi hevre mesaî kir. Me bi hevde dem derbas kir. Me bi hevre xebat kir. Ji ber vê yekê ji hemû van rastiyan agahdar e. Ew kesekî kîlît e. Lê îro serokê partiyek muxalif e. Piştî vê operasyonê li HDP’ê geriya. Gelek girîng û bi qîmet e. Ji ber vê yekê divê êdî rastiyan bîne ziman. Dem dema vegotina rastiyan e. Kesên wê demê di nava îqtîdarê de bûn û îro qetiya ne divê rastiyan bînin ziman. Ev gelek girîng e. Ev îqtîtar bi tu awayî nêzî çareseriyê nabe. Sedema hebûna me aştî, demokrasî û azadî ye. Me di 1'ê Îlonê de Deklarasyona Aştiyê  aşkere kir. Em dixwazin aştî bê vî welatî."    Li dijî tecrîd, qeyrana aborî û siyasî divê aştî pêş bikeve. Niha pêdivî bêtir bi têkoşîna hevpar a ji bo aştiyê heye. Îro qeyrana aborî heye. Tecrîd heye. Li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin nayên kirin. Parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Tecrîd bêtir giran dibe. Li Tirkiyeyê polîtîkayên şer hene. Divê her kes  li dijî şer ji bo aştiyê erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Heta aştî neyê vî welatî qeyran çareser nabin."    MA / Berivan Altan - Emrullah Acar