Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin 2020-09-27 09:45:03   STENBOL – Parêzer Serbay Koklu, diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd kûrtir bûye û çalakiyên li dijî tecrîdê gelek bi nirx in lê divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin.   Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, berdewam dike. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina pê re 990 caran serlêdanan kirine. Ji van serlêdanan tenê 5 jê bi erênî hatine bersivandin. Ev bersivdayîn jî piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin, di navbera 2 gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de pêk hatibûn. Piştî van hevdîtinan heta niha hemû serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nehatine bersivandin.    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE), di rapora xwe ya ku di 5’ê tebaxê de weşandibû de derbarê serdana xwe ya Îmraliyê ya sala 2019’an de diyar kiriribû ku ji sala 2016’an ve şertên Girtîgeha Îmraliyê nehatine başkirin û xwestibû ku pergala Îmraliyê careke din bi tevahî di ber çavan re bê derbaskirin.   ‘BERPIRYARIYA DMME Û CPT’YÊ HEYE’   Parêzerê Ocalan Serbay Koklu, tecrîda ku li Îmraliyê kûr dibe û serdana Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano ya Tirkiyeyê nirxand û diyar kir ku di pergala tecrîdê bi qasî Tirkiyeyê welatên Ewropayê jî berpirsyar in û wiha got: “Bangên ku li DMME û CPT’yê tên kirin bê bersiv tên hiştin. Çalakiyên ku li dijî tecrîdê tên lidarxistin Ewropayê didin zorê û CPT neçar dimîne serdana Îmraliyê bike. Di rapora dawîn a CPT’yê de tê destnîşankirin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê girankirin û berdewamkirin. Tecrîda li Îmraliyê hatiye asteke metirsîner. Li gel biryarên DMME’yê û raporên CPT’yê jî Tirkiye di mijara tecrîdê de tu başkirinan nake.”   SERDANA SEROKÊ DMME’YÊ   Derbarê serdana Serokê DMME’yê Spano de jî Koklu, nirxandinan kir û ev tişt anî ziman: “Serokê DMME’yê ne weke heyet weke kes serdana Tirkiyeyê kirin. Di serdana xwe de çû ziyareta hin saziyan. Hemû saziyên ku serdana wan kir jî saziyên bi nîqaş bûn. Ev jî bû sedema rexneyên li hemberî wî. Serdana Spano bû sedema meşrûkirina pêkanînên antidemokratik û nehiqûqî. Ne tenê li Tirkiyeyê ji aliyê hiqûqnasên gelek welatên Ewropayê ve jî hat rexnekirin. Heke Spano bi heyet bihatina û serdanên saziyên darazê yên ku biryarên dadgeha wî tune dihesibînin û mafên mirovan ziyaret bikira û çacdêriyên xwe parve bikira wê bi erênî bihata pêşwazîkirin.   ‘DIVÊ ARMANC AZADIYA OCALAN BE’   Koklu, destnîşan kir ku beriya niha derbarê Îmraliyê de gelek caran DMME’yê hişyar kirine û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Me gelek caran got ku Girtîgeha Îmraliyê Guantanamo û kuneke reş e. Me gelek car got ku heke pêkanînên kêfî û nehiqûqî yên li Îmraliyê ji aliyê pergala hiqûqê ya Ewropayê ve bi vî rengî bên erêkirin wê bandorê vê yekê li Ewropayê jî bibin. Çalakiyên li dijî tecrîdê gelek bi nirx in lê divê êdî ne tenê şikandina tecrîdê azadiya Ocalan bê armanckirin.”   MA / Erdogan Alayûmat