'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike' 2020-09-27 09:05:32   COLEMÊRG - Li 5 herêmên Colemêrg û navçeyên wê destûra lêgerîna ji bo zêr hatibû dayîn. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, wê bi vî awayî xwezaya herêmê bê tunekirin.    Mûdiriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAGEP), demek berê li 5 herêmên Colemêrg û navçeyên wê ji bo ruxseta madenê îhale dabû destpêkirin. Bi vê re tê xwestin gelek deverên xwezaya herêmê bibin herêma madenê. Her wiha bertekên li dijî vê jî didomin.       Yildiz Akdoganê anî ziman ku yek ji deverên herî xweşik jî Golên Satê ne û got, ew jin naxwazin van deverên xwezayî bibin qurbana şîrketên madenê. Akdogan, destnîşan kir ku ji xwe ev dever bi salan e ji ber rêyên ewlehiyê tê texrîbkirin û got, herêm bi zanebûnî tê texrîbkirin. Akdogan, bilêv kir ku bi lêgerîna maedenan nirxên gelê kurd jî tên tunekirin û got: "Ev yek me diêşîne. Tenê ne li herêma me, gava li Behra Reş, li Egyê deverek tê texrîbkirin jî em diêşin. Dev ji texrîbkirina xwezaya herêma me berdin. Em qebûl nakin ku ev mîrate pêşkeşî şîrketan bê kirin."    NIRX TÊN TUNEKIRIN    Oznûr Evîn jî anî ziman ku ji bo madenan xwezaya herêmê tê kuştin û got, bi vê re hevsengiya ekolojîk jî tê xirabkirin. Evîn, bilêv kir ku divê xweza nebe ranteke aborî û got, texrîbkirina xwezayê wê ji bo mirovahiyê bibe cihê encamine giran. Evîn, destnîşan kir ku dixwazin vê mîrateyê ji zarokên xwe re bihêlin û got: "Em mecbûr in cîhaneke xweşik û watedar ji nifşên bê re bihêlin. Her wiha xweza bi hezaran cureyên heywanan dihewîne. Divê qadên jiyanê yên van heywanan neyên tunekirin. Jiyan yekpare ye. Gava hûn rabin hêlekî wê xera bikin, wê hêlên din jî bandorê jê bigirin Em mirov tenê xelekek vê zincîrê ne. Lewma heqê me tuneye em mudaxileyî her deîr bikin. Em jin dixwazin ekolojî bê parastin. Demildest divê texrîbkirina van deverên girîgn bê betalkirin."    WEKÎ BIHUŞTÊ    Gulçîn Karaburk jî bibîr xist ku bi salan e xwezaya herêmê di bin navê ewlehiyê de tê texrîbkirin û got, niha bi destûra lêgerîna madenan jî tê xwestin ku deverên din jî bên tunekirin. Karabuk, destnîşan kir u naxwazin mêrg, zozanên herêmê û xwez abê tunekirin û got: "Ne ji van mêrg û zozanan be wê gelê herêmê çawa bijî? Wê çawa sewalvaniyê bike? Wê di vir de tenê du şîrket qezenc bikin, lê gel? Wê candar û gundiyên li wir çawa bijîn?" Em bi salan çûn wan herêman û bi mehan li zozanan diman. Gava em diçûn Golên Satê, te digot qey em li bihûştê bûn. Rê tunebûn, em qantir û hespan diçûn. Lê belê niha dixwazin van deverên xweşik tune bikin. Em dixwazin ev bedewî ji zarokên me re bimînin. Me di ciwaniya xwe de ev bedewî dîtin, lê em dixwazin zarokên me jî bibînin."    MA / Hamza Gunduz