Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye 2020-09-27 09:04:51   AMASYA - Ji ber HES'ên li geliyê di navbera navenda Amasya û navçeya Taşovayê de hatine çêkirin, hema bibêje bi navê çandiniyê tiştek nemaye. Berdevkê Platforma Hawirdorê ya Yeşîlirmakê Fazli Kûrû, destnîşan kir ku cotkar heya qirikê di nav deynan de ne.    Li Amasyayê ji ber santralên hîdroelektîrkê (HES) hema bibêje çandinî nemaye. Li bajêr 21 HES hene. Ji vana 16 jê li geliyê di navbera navenda bajêr û navçeya Taşovayê de ne. Her wiha ji ber HES'an hema bibêje Yeşîlirmak ziwa bûye û çandinî jî nemaye.    Berdevkê Platforma Hawirdorê ya Yeşîlirmakê Fazli Kûrû, zirara ku talana li bajêr dide çandiniyê nirxand.      MAFÊ BIKARANÎNA AVÊ    Kûrû, anî ziman li li geliyê di navbera navenda bajêr û navçeya Taşliovayê de avhewayeke mîkroklîmayî heye ku eb avhewa bi hezaran salan çêdibe. Kûrû, diyar kir ku ji bo HES'an jî ev dever hatiye hilbijartin û got, ji ber vê jî çandinî zirareke mezin dibîne.   Kûrû got: "Sedemeke me ya ku em li ber çêkirina HES'an ardibin jî ev e. HES, tên wateya bidestxistine mafê bikaranîna avê. Yanî kengî bê xwestin wê karibin vê avê bifiroşin. Bi ya wan be wê avê bi pereyan bifiroşin hilberînerên li vî geliyî zebze datînin."    Kûrû, destnîşan kir ku bi HES'an av û ax ji hev tên qutkirin û got, ev jî dibe sedem ku pêşî li ber sîrkulasiyona ava sererd û binerd bê girtin.     ÇANDINÎ NEMAYE   Kûrû ku got "Bi HES'an re her diçe talankirina xwezayê berbelavtir dibe û pêşî li ber çandiniyê tê girtin" got: "Şîrket dibêjin, 'Ev zirarê nade çandiniyê, em ava heyatê bera robaran didin.' Halbûkî ava ku pêdiviya hemû candaran pê heye bi HES'an ve tê astengkirin. Me bi gundiyan re xeber da. Gotin, îsal zirar kirine. Bi taybetî jî yên zebze çandine, dibêjin êdî nikarin ji bin mesref rabin. Zebzebê Behra Reş ji gundê Ûmûtlû yê Taşovayê dihat. Lê niha tiştekî wisa tuneye. Niha hilberîn nayê kirin. Debr, heqê mesrefê xwe jî dernaxe."    ÇAV BERDAN ERDÊ GUNDIYAN    Kûrû, da zanîn ku ji ber ku gundî her sal dixisire deyndarê bankeyan in û got, li ser piraniya erdên berdar ên Amasya-Taşovayê şpoeteka bankeyên taybet heye. Kûrû, bilêv kr ku gundî deynên xwe bi deyan didin û gotin: "Banke wê van erdên berdan bifiroşin şîrketan."    Kûrû, destnîşan kir ku îqtidar bi zanebûnî çandiniyê tasfiye dike û got, welatiyên li herêmê êdî nikarin debara xwe bi çandiniyê bikin.    Her wiha Kûrû, anî ziman ku berê li Yeşîlirmakê gelek cureyê masiyan hebûn, lê belê niha hema bibêje masî nemane.    MA / Tolga Guney