Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin 2020-09-26 16:58:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, di kongreya TTB'ê de bertek nîşanî operasyonan da û got: “Tevahiya jiyanê di qeyranê de ye. Ji bo em nekevin divê em li hev xwedî derkevin." Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci jî bertek nîşanî operasyonan da û got: “Em azadiya xwe ya li dijî tirsê baş biparêzin. Em carek din aşkere bikin ku em tu carî serî natewînin û xizmeta wan nakin."    72'yemîn Kongreya Mezin a Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) ku 2 rojan berdewam bike li Navenda Konferans û Otela Bilkentê didome. Kongre bi axaftina delegeyan didome. Endamê Lijneya Etîkê ya TTB'ê Prof. Dr. Raşit Tukel, diyar kir ku nexweşiyên şewbê di dîrokê de her dem bûne sedema komkujiyên mirovan û wiha got: "Têkoşîna li dijî şewban bi xizmeta parastina tenduristiyê ve girêdayî ye. Ev pir girîng û jiyanî ye. Pêdivî bi têkoşînek hevpar heye. Ji bo zerarên mezin ên pandemiyê bên astengkirin, pêdivî bê têkoşînek zanistî û civakî heye. Pêdivî bi şêwirmendî û piştevaniya civakî heye."    HAMZAOGLU: JIYAN DI QEYRANÊ DE YE   Akademisyen û Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî axivî û wiha got: "Îro gelek hekîmên ciwan di nava me de hene. Kesên 10-15 sal piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê ji dayik bûn di nava me de hene. 40 sal berê darbeya 12'ê îlonê li Tirkiyeyê pêk anîn. Wekî li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî pergala patriarkal û emperyalizmê bi cih kirin. Lê di encama 40 salan de îro li cîhanê mirov ne wekî mirovan, sewal ne wekî sewalan û nebat jî ne wekî nebatan dijîn. Jiyan bi tevahî di qeyranê de ye. Pandemî encama vê qeyranê ye. Li dijî vê qeyranê hewldan û tekoşîna me têr nake. Ji bo em tam bikemilin û têr bibin divê em erka xwe baş pêk bînin. Divê em û TTB, li nasnameya rêxistinbûna xwe ya demokratîk xwedî derkevin. Divê em bêtir vê nasnameyê pêş bixin. Di sedsala 21’an de divê li gorî pêdiviya têkoşîna li dijî faşizmê em rewşa derûniya xwe biparêzin û azadiya li dijî tirsê muhafaza bikin. Em carekê bilukumin û bikevin têkoşîna me dê nîvco bimîne. Ji bo em nelikumin divê em bêtir li hev xwedî derkevin û hev hembêz bikin.    FÎNCANCI: CÎGIRTINA DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE RÛMET E   Seroka Vakfa Mafên Mirovan a  Tirkiyeyê (THİV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci jî anî ziman ku Onur qala azadiya li dijî tirsê kir û wiha got: Azadiya ku tirsê hilbijêrin seknek pir bi rûmet e. Em wekî TTB'ê her tim tirsiyan ku em serî li hemberî zilmê dînin. Me wekî teşeyê jiyanê got hekîmî. Wekî şeklê jiyanê, em ji bo mirovahiyê têkşyaşiyan. Ji bo min cîh girtina nava vê têkoşînê rûmetek e. Ji destpêkê de em dibêjin cîhanek din pêkan e. Em têkoşîna xwe berdewam dikin. Qada tenduristiya cemaweriyê hêj di kûrahiya dilê me de ye. Ez endamek rêxistina ku dibêje 'Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye' me. Divê em ji bîr nekin ku em pir bi hêz in. Divê têkoşîn qet kêm nebe. Em Azadiya tirsê baş biparêzin. Em carek din diyar dikin ku em tu carî serî li dijî zilmê serî natewînin."    Kongreya ku îro bi axaftinan bi dawî bû dê sibê li avahiya Morfolojî ya Fakulteya Tipê ya Enqereyê bidome.