Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin 2020-09-26 15:26:23   EDENE - Alî Aydin ê li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê dimîne, ragihand ku rayedarên girtîgehê madeyên paqijiyê û pakkirinê pir biha difiroşe wan.    Girtiyê bi navê Alî Aydin ê li Girtîgeha Tîpa M a Karamanê dimîne, îro bi telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir û binpêkirinên mafan ên rastî tên ji malbata xwe re vegot. Aydin, ragihand ku rayedarên girtîgehê mehê carekê pirtûkan dide wan û got: “Em madeyên paqijiyê ji kantîna girtîgehê dikirin. Lê rêveberiya girtîgehê madeyên paqijiyê û pakirinê pir biha difiroşe me. Dîsa li girtîgehê, di nava girtiyên edlî de pêketiyên vîrûsê hene. Ev girtî xwarinê li girtîgehê belav dikin. Ji ber vê yekê em bi fikarin. Em bi xwe li dijî şewbê bergiriyên xwe digirin. Rayedarên girtîgehê tu bergiriyan nagire.”