Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand 2020-09-26 15:03:30 QERS - Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya operasyona li dijî rêveberiyên HDP’ê de hat binçavkirin, bi navbeynkariya parêzeran, ji gelê Qersê re silav şand. Di meşa li bajêr hat lidarxistin de,  binçavkirin hatin şermezarkirin.    Ji bo Hevserokê Qersê Ayhan Bîlgen ê duh di çarçoveya operasyona li dijî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat binçavkirin li bajêr meşeke piştevaniyê hat lidarxistin. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkûn, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Habîb Eksîk, Abdullah Koç, Mûrast Sarisaç û Hevserokê Bajêr Cengîz Anli beşdarî meşê bûn. Koma HDP’ê ji avahiya partiyê, heya avahiya şaredariyê meşiya. Koma ku gehişt ber avahiya şaredariyê dirûşmeya “Serok Ayhan ne bi tenê ye” berz kir. Di meşê de parlamenteran welatiyên li ser rê û dikandar silav kirin û derbarê armanca operasyonê de welatî agahdar kirin.    Li aliyê din Hevşaredar Ayhan Bîlgen, bi navbeynkariya parêzerên dibin çavan de pê re hevdîtin kirin, silav ji gelê Qersê re şand û diyar kir ku moralê wî pir başe.