Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan 2020-09-26 14:42:51 NAVENDA NÛÇEYAN – Gelek sazî û dezgehan oprasyona li dijî HDP’ê wek “êrişên tolhildanê” yên AKP’ê nirxandin û gotin “Emê li dijî van operasyonên sexte hin bêtir bi hêz bibin.”    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê duh di operasyona li 5 bajaran de 20 rêveberên HDP’ê yên berê û yên niha hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rêveberên HDP’ê û peyamên piştevaniya bo HDP’ê berdewam dikin.    Li navçeya Farqînê ya Amedê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û binçavkirin şermezar kir. Hevserokê HDP’a Farqînê Kenan Kaydû diyar kir ku AKP bi van zext û fişarên xwe dixwaze tolê ji HDP’ê hilîne û wê ev êriş nikaribin HDP’ê lawaz û bêzar bikin. Kaydû anî ziman ku beriya niha bi demekê HDP’ê di Deklerasyona Aştiyê de bersiva li dijî van êrişan dabû û got: “Wê ev operasyonên sexte nikaribin me ji biryara me paş ve bidin, em hin bêtir bi hêz dibin.”    MÊRDÎN   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Mêrdînê jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û operasyon şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê y Nisêbînê Hêvîdar Dînç daxuyanî da û da zanîn ku ev operasyon dewama operasyonên serdemên berê ne û ew ê li dijî faşîzmê bêrawestan têbikoşin.    ŞIRNEX    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya Şirnexê jî li avahiya HDP’ê daxuyanî dan û binçavkirina HDP’iyan protesto kirin. Gelek jin û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî van operasyonên qirkirina siyasî paş ve gav neavêjin û ew ê li dijî van operasyonên êrişkar ên AKP’ê û faşîzm û zayendperest kêliyêk dê her dem têkoşîna xwe bidomînin. Aksû got ew ê li her deverê têkoşîna xwe mezin bikin û rêxistina xwe xurt bikin û xwe biparêzin.    Piştî daxuyaniyê jinan kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşm berz kirin.    WAN   Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê jî operasyona li dijî HDP’ê şermezar kir. KESK’ê li avahiya xwe daxuyanî da û gelek rêveber û endamên wan beşdar bûn. Berdevkê Platforma KESK’ê Seyfettîn Îtah daxuyanî da û diyar kir ku ji bilî têkoşîna bi hev re tu vebijêrkek li pêşiya wan nemaye û banga têkoşîna bi hev re ya li dijî operasyonan kir û tê xwestin HDP’ê krîmînalîze bikin. Îtah got ew binçavkirinan şermezar dikin û ew ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin.