Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê 2020-09-26 14:18:58 ENQERE – Parêzer ji bo bi 20 siyasetmedarên di MYK’a HDP’ê ya 2014’an de cih digirtin û duh bi hêceta çalakiyên Kobanê hatin binçavkirin re hevdîtinê pêk bînin, çûn Miduriyeta Polîsan a Eneqereyê.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê derbarê endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên wê serdemê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Duh serê sibê operasyon li 5 bajarên cuda hat birêvebirin. Hat zanîn ku heta niha 20 siyasetmedar hatine binçavkirin.    Siyasetmedarên hatin binaçvkirin birin Enqereyê û li Şaxê Têkoşîna Li Dijî Terorê (TEM) ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin.    PARÊZER ÇÛN EMNIYETÊ    Parêzer duh ji ber biryara “sînorkirina parêzeran” a 24 saetan duh nikaribûn bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin. Komek parêzer îro bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin çûn Emniyeta Enqereyê. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiyar e Umît Dede jî di nava parêzeran de cih digire.    Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine bidestxistin; biryar “nepeniyê” danîne ser dosyeyên lêpirsînê hêj didome. Parêzer di vê derbarê de wê roja duşemê îtîraz bikin.    Nav û cihên ku endamên MYK’a HDP’ê yên 2014’an jê birine Emniyeta Enqereyê wiha ne:   Hevaşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen (Qers), Endamê MYK’a HDP’ê yê niha Alp Altinors (Enqere), Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yên HDP’ê Nazmi Gur (Enqere), Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê berê Altan Tan (Amed), Parlamentera HDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Aka (Amed), Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê û parlamentera berê Emîne Ayna (Amed), Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder (Stenbol), endamên MYK’a HDP’ê yên berê Bîrcan Yorulmaz (Stenbol), Gulfer Akkaya (Stenbol), Berfîn Ozgu Kose (Stenbol), Dîlek Yagli (Stenbolê), Can Memîş (Stenbol), Gunay Kubilay (Stenbol), Bulent Parmaksiz (Stenbol), Zekî Çelîk (Hesabgirê Giştî - Balikesîr), Pervîn Odûncû (Îzmîr), Îsmaîl Şengun (Stenbol), Alî Urkut (Amed), Cîhan Erdal (Stenbol) û Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun (Stenbol).