Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt 2020-09-26 14:17:04   STENBOL – Ridvan Yakut ê bavê wî Yahya Yakut di 5'ê Îlona 1993'an de 27 sal berê winda bû, aqûbeta bavê xwe pirsî û got: “Me tu carî dest ji şerê edalet û heqîqetê berneda. Me her dem deriyê heviyê vekirî hişt."    Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 809'an de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber vîrûsa corona (Kovid-19) çalakiya xwe bi rêya medya înternetê bi vîdeo parve kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Yahya Yakut ê 27 sah berê di 5'ê Îlona 1993'an de li Mêrdînê di bin çavan de winda kirin pirsîn. Di daxuyaniya înternetê de Kurê Yahya Yakut, Ridvan Yakut, anî ziman ku ji bo dîtina bavê xwe 27 salin têdikoşin û wiha got: "Têkoşîna me ya 27 salan hêj encam negirtiye. Hêj em der barê aqûbeta bavê xwe de tiştekî nizanin. Di salên 1990’î de dewletê xwestin em bibin cerdevan. Ji ber em nebûn cerdevan me gundê xwe vala kir. Em koçî navçeyê bûn. Bavê min li Navçeya Midyadê ji aliyê kesên bi çek ve hat binçavkirin û revandin. Bavê min ewil li dijî wan li ber xwe da. Dîsa ew bi zorê binçav kirin û carek din me agahî jê negirt. Dema bavê min winda kirin ez zarok bûm. Lê me tu carî deriyê heviyê negirt. Her tim me deriyê heviyê vekirî hişt. Dayika min tu carî dest ji têkoşîn hiqûqê berneda. Me j bo gelek gorên komî serlêdan kir. Lê heta niha di aliyê ronîkirina aqûbeta bavê min de tu gav nehatigne avêtin. Em ê heta dawî ji bo ronîkirinê têbikoşin û em dest ji vê têkoşînê bernadin."    Parêzerê Yakut Erdal Kuzu, jî anî ziman ku revandina Yakût mînaka xebatnên JÎTEM'ê ye û wiha got: "Heta niha lêpirsînek baş nehatiye kirin. Heta niha Serdozgerê Komarê yê Mîdyatê lêkolînek ji bo ronîkirinê nekiriye.    Vê hefteyê endama Mirovên Şeniyê Sinem Asya Esengen daxuyanî xwend. Sînem Asya Esengen anî ziman ku 809 hefte ne aqûbeta windayan dipirsin û wiha axivî: "Em ji bo edalet û heqîqetê têdikoşin. Lê ji ber pergala heyî destûr nede ku edalet pêk bê. Dema Yahya Yakut li otogara Midyêdê radiwestiya kesên bi çekdar û sivîl bi zorê ew binçav kirin û revandin. Yahya Yakut di bin çavan de li ber xwe da. Bi zorê ew binçav kirin û winda kirin. Ji malbatê Hevjîn Yahya Şehriban Yakut serî li Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê, Qereqola Fermandariya Cendirmeyan a  Midyadê da. Lê tu encam bi dest nexist.    Dosya Yahya Yakut  27 salin hêj ronî nebûye. Têkildarî binçavkirina Yakût lêpirsînek çalak nehatiye kirin. Divê rayedar erk kû peyvira xwe pêk bînin."