‘Bijîşk girtiyên ku ferzkirina nasnameyê red dikin muayene nakin' 2018-01-09 09:06:54 COLEMÊRG – Ûgûr Yaşarê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiye, parve kir ku li girtîgehê zext û zorî zêde bûne û bişîjk girtiyên ku karta nasnameyê naxin stuyê xwe muayenê nakin.  Ûgûr Yaşarê ku di 2'yê Çileya 2016'an de li navenda Colemêrgê hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, 2 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiye. Yaşar di hevdîtina bi malbata xwe re, çewisandin û zextên ku her diçe li girtîgehê zêde dibin ragihandin. Dayik Zumeyran Yaşar ku îna çûyî serdana kurê xwe kir, diyar kir ku kurê wê gotiye di demên dawî de çewisandin û zextên li ser wan zêde bûne. Yaşar anî ziman ku nîvê şevê gardiyan davêjin ser qawîşan û ji bilî hejmariya serê sibê û êvarî, hejmariyên kêfî jî tên kirin û girtiyên vê yekê qebûl nakin, heqaret û sixêfên giran li wan tên kirin.    LI REVÎRÊ NASNAME LI WAN TÊ FERZKIRIN    Dayik Yaşar bi lêv kir ku li girtîgehê mafê spor, pêwendî, sohbet û her wekî din tên binpêkirin û bişîjk karta nasnameyê li girtiyan ferz dikin û girtiyên ku kartê naxin stuyê xwe muayene nakin. Yaşar got ku gardiyan bi şev bi şîşên hesinî li deriyên qawîşan dixin û girtiyan ji xew radikin û wiha domand: "Çewisandinên di salên 80'yî de li girtîgehan dihatin sepandin niha jî tên sepandin. Girtî bi gotinên provakatîf û der ehlaqî re rû bi rû dimînin."    Yaşar got ku wê girtî li dijî van pêkanînan dest bi çalakiyan bikin û bang her kesî kir ku di vî warî de bi hesasiyet tev bigerin.