Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin 2020-09-25 13:17:04 QERS – Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê îro bi îdiaya “Lêpirsîna Kobanê” hat binçavkirin berê dema parlamenter bû jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û AYM ji bo wî biryara binpêkirinê dabû.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi boneya bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên ji bo piştgiriya Kobanê lêpirsîn li dijî MYK’a HDP’ê ya wê demê û gelek siyasetmedaran da destpêkirin. Li 7 bajaran derbarê 82 kesan de biryara binçavkirinê heye. Siyasetmedarên tên binçavkirin dibin Enqereyê.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat binçavkirin. Derket holê ku Ayhan Bîlgen dema parlamenterê HDP’ê  û hatibû girtin dîsa di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû darizandin. Bîlgen serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye. AYM’ê derbarê Bîlgen de biryara binpêkirinê dabû û 20 hezar TL tazmînat qezenc kiribû.