Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin 2020-09-25 12:58:10 WAN - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, bertek nîşanî binçavkirina Hevserokê Qersê Ayhan Bîlgen û rêveberiyên partiyê da û got: “Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin. Ji ber vê ev operasyon li dar xistin.” Hevserokê Qersê Ayhan Bîlgen û bi dehan kes îro serê sibê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de, hatin binçavkirin. Hevseroka Qersê Şevîn Alaca bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha axivî: “Bi taybetî, me xebatên xwe yên herî dawî yên birêve birin, ji raya giştî re aşkere kir. Ev xebatên me pir hatin ecibandin. Ji ber vê yekê şaredariya me hedef girtin.”    BIRYAR LI QERSÊ HAT GIRTIN   Alaca, da zanîn ku dema wan Şaredariya Qersê qezenc kir, bi deynekê mezin re dewr girtin û wiha got: “Me hemû nelirêtiyên di şaredariyê de hatibûn kirin lêkolîn kirin. Ligel van hemû bêderfetiyan jî, me karê em şaredarîvaniyeke gelparêz bi rêve dibin. Em bi vî awayî xizmet kir. Em pirsgireka sereke ya rêyên bajêr çareser kir. Me lez da bû hemû xebatên xwe. Ji ber van xebatên me aciz bûn û ev operasyon dan dest pê kirin. Êdî baweriya me bi hiqûqê nemaye. Emê bi hev re vê  pêvajoyê bişopînin.”   ‘EM LI SER PEYWIRA XWE NE’   Alaca, dest nîşan kir ku ew niha  li ser peywira xwe ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez û hevalên me yên alîkariyê serokê li ser peywira xwe ne. Dikarin ji ber lêpirsînek berî 6 salan, dest danîn ser vîna gel. Lê em her tim xizmeta gelê xwe bikin. Em ê dest ji kar û xebatên xwe bernedin.”