Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin 2020-09-25 12:45:03 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî oprasyona partiya xwe nerazîbûn nîşan da û got: “Daraz bi destê îqtîdarê dixebite. Her ku winda dikin êrişî me dikin. Her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û parlamenter û endamên MYK’a partiya xwe li ber Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî operasyona vê sibehê li dijî partiya wan pêk hat civîna çapemeniyê li dar xistin.    Sancar nerazîbûn nîşanî oprasyonê da û wiha got: “Di operasytonê de Hevşaredarê me yê Qersê Ayhan Bîlgen, wekîlê me yê berê Sirri Sureyya Onder û gelek wekîlên me yên ber û heval û hogirên me hatine binçavkirin. Ev bi plansaziyekê pêk hatiye. Ev demek dirêje daraz wek darê destê îqtîdarê tê bikaranîn. Bahçelî jî talimat dide û ew disepînin. Bahçelî dibêjin berdin berdidin. Îqtîdar ferman dide darazê û ew jî dide girtin. Daraz bûye dîlê destê îqtîdarê. Nem mimkin e meriv di warê gerdûnî de ji vê re bêje daraz. Li holê darazek wek darê îqtîdarê li ser kar e.    BERPIRSIYARÊN BÛYERAN ÎQTÎDAR BI XWE YE   Ev oprasyonê bi hêceta bûyerên 6-8’ê Cotmehê hatiye birêvebirin. Berpirsiyarê wan bûyeran ne partiya me ye. 6 sal in delîlek nedîtin ku partiya me sûcdar bikin. Hêcetek were bawerkirin û maqûl dernexistin holê. Berpirsiyarê bûyerên 6-8’ê Cotmehê qet û qet ne partiya me ye. Berovajî vê yekê tam berpirsiyarê polîtîkayên wê demê ku DAIŞ’ê dibir êrişî ser xelkê dikir û tundiyê zêde kiribû îqtîdara siyasî ye. Her tişt radixîne ber çavan ku berpirsiyarên bûyeran îqtîdar e ku DAIŞ’ê araste dikir.    TÊKÇÛNA 7’Ê HEZÎRANÊ    Yên ku di Hilbijartina 7’ê Hezîranê de ji bîr nekirine û têk çûn, li dijî partiya me her cûre kampanyayên reş kir û êriş kirin. Îqtîdara ku ketibû nava aloziyan dest bi operasyon û êrişên mezin kir. Operasyonên qirkirinê pêk anî. Hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û gelek parlamenterên me dan girtin.    HDP ÇONGÊ DANENÎ Û WÊ DANEYNE    5 sal in bênavber li ser partiya me êrişên îqtîdarê didomin. Lê belê tu demê HDP’ê çong daneni. HDP’ê dest ji têkoşînê berneda. Berovajî neyîniyan HDP’ê biryardariya xwe bilind û mezin kir. Têkoşîna xwe ya wêrek bilindtir û mezintir û bi hêztir kir. Vê têkoşîna bi biryardarî tirsa herî mezin a nav dilê îqtîdarê ye. Çimkî îqtîdar dizane aktorê esas ku bi wan bide windakirin HDP û biryardarî û desteka gelê wê ya bi hêz e. Îqtîdar ne neheq e, tirsandina wê ya ji HDP’ê ne neheq e. Çimkî di hilbijartinekê de têkçûnê ji HDP’ê tehm kiribû. Her ku winda dikin êrişî me dikin. Her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin.”