HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin 2020-09-25 11:50:50 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê, bertek nîşanî binçavkirinên endamên rêveberiya partiyê û parlamenterên berê da û got: “Ev biryara tolgirtinê, duh di civîna MGK û merasîma daweta dozger ya li Qesrê hatibû li darxistin de hat girtin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bertek nîşanî biryara binçavkirina 82 kesên a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hat dayîn, da.   HDP’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi etîketa “#HDPnayê bê dengkirin” (#HDPsusturulamaz) parvekirin kir û got: “Li dijî partiya me, serê vê sibê, biryara êrîşa tolgirtinê hatiye dest pê kirin. Ev biryar duh di civîna MGK û merasîma daweta dozger a li Qesrê hatibû li darxistin de, hat girtin. Her ku bloka AKP û MHP’ê winda dike, hewl dide mûxalefetê tesfiye bike. HDP wê li hemberî darbeyên we serî ne tewîne û hûnê nekarin serê bidin tewandin.”