Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin 2020-09-25 11:45:55   STENBOL – Li ser medya civakî bi deh hezaran kes bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dide û dibêjin “Wê HDP neyê bêdengkirin.”    Serdozgeriya Komarê ya Eneqereyê li 7 bajaran derbarê endamên MYK’a HDP’ê ji di nav de 82 kesan de “Lêpirsîna Kobanê” da destpêkirin û bi dehan siyasetmedar hatin binçavkirin. Siyasetmedarên hatine binçavkirin dibin Enqereyê. Gelek siyasetmedarên ji nêz ve tên nasîn hatine binçavkirin. Li ser platformên medya civakî nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û bi deh hezaran kes li dijî operasyonê hêrsa xwe tîne ziman û bertek nîşan dide. Bikarhenêrên twîtan parve dikin dibêjin “Wê HDP bêdeng nebe. HDP hêviya azadiyê û siberojê ye. Kobanê neket û nekeve. Ev operasyon dawî hatina AKP’ê nîşan dide.” Bi deh hezaran xwedî li HDP’Ê derdikeve.    Li ser platformên medya civakî nerazîbûna li dijî operasyona HDP’ê berdewam dike.