Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin 2020-09-25 11:02:49 STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî “Tevgera Bênavan” de, parêzer Tamer Dogan û xwişka Taylan Kûlaçoglû Ozem Kûlaçoglû jî din av de, 24 kesa hatin binçavkirin.      Li Stenbolê, polîsan di çarçoveya lêpirsîna li dijî “Tevgera Bênavan” de, rojnameger, nivîskar û parêzer jî di nav de, bi ser mala gelek kesan de girtin. Di serdegirtina malan de, parêzer Tamer Dogan û xwişka Taylan Kûlaçoglû Ozen Kûlaçoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Hat diyar kirin ku polîsan bi ser mala rojnameger Zeynpe Kûray de jî girtin, lê ji ber ku Kûray ne  li malê bû nehat binçavkirin.    Li gorî agahiyan di çarçoveya operasyonê de 24 kes hatin binçavkirin.