Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da 2020-09-25 10:49:39   AMED - Mele Huseyîn Eken ê 83 salî ku ji damezrandina KÎD’ê heya niha di nav xebatan de cih digirt, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.   Mele Huseyîn Eken ê 83 salî ku ji damezrandina Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) heya niha, di nav xebatan de cih digirt, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Eken duh êvarî li mala xwe ya Taxa Mezopotamya a navçeya Peyasê aciz bû û malbata wî rakirin nexweşxaneyeke taybet. Eken li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Eken, wê îro cenaze bigire û piştî vecîbeyên olî li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê defin bikin.   3 pirtûkên ku Eken nivîsandibûn hebûn.