MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive 2020-09-25 10:42:59   ENQERE – MYK’a HDP’ê piştî operasyona di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de pêk hat bi rojeva awarte dicive.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê ji bo lêpirsîn da destpêkirin. Ev lêpirs li 7 bajaran hat birêvebirin û derbarê 82 kesan de biryara binçavkirinê heye. Piştî vê lêpirsînê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya HDP’ê bi rojevek awarte dicive.    Civîna MYK’ê saet di 18:00’an de bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda HDP’ê dê pêk were.    Di operasyonê de MYK’a 2014’an a HDP’ê vê sibehê hatin binçavkirin.