Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’ 2020-09-25 10:29:58 AMED - Bavê girtî Şêxdavûd Başkan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’emîn a Bunyanê dimîne, Şeyhmûs Başkan, diyar kir ku lawê wî binpêkirinên li girtîgehê bi wî re parve kir û got: “Gardiyenan heqaret li lawê min kirine û ji wan re gotine ‘hûn terorîst in.’”   Bavê girtî Şêxdavûd Başkan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’emîn a Bunyan a Kayseriyê dimîne, Şeyhmûs Başkan, diyar kir ku lawê wî di 24’ê îlonê de pê re bi telefonê axivî ye û wiha got: “Lawê min got ku gardiyan heqaretê li wan dikin. Ji wan re dibêjin ‘hûn terorîst in.’ Rojnameyan nadin girtiyan. Dernaxînin revîrê. Berê 9 girtî di odeyekê de diman, lê niha 3 kes dimînin. Nêzî saleke 3 girtî di tecrîdê de ne.”   ‘GIRTÎGEHEKE WEKE YA KAYSERIYÊ TUNE YE’   Başkan, da zanîn ku bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê dane lawê wî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gardiyan heqaret li girtiyan kirine, ji ber ku wan jî heqaret qebûl nekirine lêpirsîna dîsîplînê jê re vekiriye û ceza danê. Ez li gelek girtîgehan geriyam lê girtîgeheke weke ya Kayseriyê tune ye.”   ‘DIXWAZIN LAWÊ MIN WERE BAJAREKÎ NÊZÎKÎ ME’   Başkan, anî ziman ji Wezareta Dadê re name şandine ku lawê wan sewqî bajarekî heremê were kirin û wiha axivî: “Em dixwazin lawê min sewqî bajarekî nêzîkî me bikin. Wek Amed, Mêrdîn an jî Riha. Ez û hevjîna xwe ji rûviyan emeliyat bûne, nexweşiyên me hene. Heta em diçin wê derê perîşan dibin. Carekê wexta em ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê, li ser riya Kayseriyê erebeya me qulipî qeza kir. Milê hevjîna min şikest. Me jî weke girtiyan ceza dikin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Başkan, xwest ku ji bo lêkolînkirina îhlalên mafan ên girtîgehê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê demildest biçe Girtîgeha Bunyanê û wiha berdewam kir: “Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê biçe girtîgehê wê bi çavê xwe bibîne îhlalên mafan. Dixwazim ew jî lêkolîn bikin. Parlementer û parêzer jî li ser bisekinin.”   Derbarê îdîayan de em li rayedarên girtîgehê geriyan lê rayedaran îdîa qebûl nekirin.