Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê 2020-09-25 10:28:34 EDENE - Jina ciwan Z.Ç. a li Qoserê ji aliyê apê xwe Osman Ç. ve hat tecawîzkirin, ji ber ku bûyer vegot tê tehdîtkirin. Z.Ç., diyar kir ku ew naxwaze bimirine û xwest edalet bê bi cih anîn.    Jina ciwan Z.Ç. a 17 salî, dema ku ji Îsvîçreyê hat serdana xizmên xwe yên li navçeya Qoser a Mêrdînê dijîn, ji aliyê apê xwe Osman Ç. ve hat tecawîzkirin. Z.Ç. ji ber ku bûyer vegot, niha tê tehdîtkirin. Z.Ç., diyar kir ku bavê wê jê xwest ku biçe malbata xwe ya li Mêrdînê bibîne û wiha axivî: “Hemû tişte bi hatina min a Mêrdînê re dest pê kir. Ez par jî çûm min dayik û xweşika xwe dît. Ji bo ku gora birayê xwe ziyaret bikim, rageşiya di navbera mablatên dayik û bavê xwe de hinek be jî kêm bikim ez çûm Tirkiyeyê. Ji bo keyfxweş bibim û bikenim çûm. Lê  ji bo min qet wisan derbas nebû.”   'ÎNKAR KIRIN, HEMÛ DIZANÎN’    Z.Ç. tiştên jiyan wiha vegot: “Roj derbas bûn û ev bûyer pêk hat. Min xwe pir xirab hîs dikir. Ez di recifîm û min di tevahiya jiyana xwe yekemîn car ne dizanî çi bêjim. Reng li min nema bû. Min qîr kir, lê kesekê dengê min ne bihîst. Êşekê pir dijwar bû. Êşek wisan dijwar bû, min nekarî ji kesekê re vebêjim. Hîna jî ez wê êşê hîs dikim. Min tu carî ne fikirî bû ku apê min tiştekê wiha bi min bike. Dûre hemû tişt înkar kirin. Ji min re gotin ‘dîne.’ Hemû malbata wî li dijî min derketin. Lê hemûyan dizanîbûn birayê wan wisan li min kiriye. Bavê min jî piştgirî neda min. Tenê xwişka û dayîka min piştgirî dan min. Ji bo ku ez bûyerê ji kesekê re ne bêjim, Osman gef li min xwar.”    'TECAWÎZÊ KEÇÊN DIN JÎ KIRIYE’   Z.Ç. da zanîn ku agahiya meta wê Songul ji tacîz û tehdîtan heye û wiha got: “Dema ez li wir bûm, ji bo ku ji kesekê re venebêjim, gef li min xwarin. Min jî ji kesekê re ne got. Min gort kes bi min bawer nake. Ji ber ku berê jî heman tişt bi jinên cuda kiriye. Ez fikirîm ku kes ji min bawer nake ku apê min tecawîzê min kiriye. Ez ne baş bûm. Min xwe întîhar bikim. Ez ketim nava valetiyek mezin. Apê min tim li min digeriya. Xwişka min got çima ev  zilam her tim li te digere. Li ser vê yekê min bûyer ji xwişka xwe re vegot. Ez çûm Miduriyeta Polîsan, lê ew reviya. Min hewl da her tiştî bikim. Ez dixwazim edalet bê bicih anîn.”   'BÛYERÊN WIHA VENEŞÊRIN, TÊBIKOŞIN’   Z.Ç., dest nîşan kir ku ew bi alîkariya dayik û bavê xwe têkoşîna xwe bi rêve dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû kes van bûyerên wiha veneşêrin û têkoşîna xwe li dijî vê her tim dewam bikin. Ez naxwazim tu jin mina min bûyerek wiha bijî. Kesên bûyerên wiha tînin serê jinan divê bên darizandin. Ez bang li jinên ciwan ên hema tişt jiyane dikim, ev ne sûcê we ye. Dest ji têkoşîna xwe bernedin.”