Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin 2020-09-25 10:27:59 STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li cem Ocalan girtî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, parêzer Mazlûm Dînç ji bo biçin Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên girtiyên din ên li cem Ocalan tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Hevdîtina rûbirû ya malbatan herî dawî di 2’ê adarê de pêk hat û hevdîtina bi telefonê jî piştî 21 salan ji ber vîrûsa koronayê di 27’ê Nîsanê de pêk hatibû.