Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e 2020-09-25 10:18:29 QERS – Welatiyên Qersê di kêliya binçavkirina Hevşaredar Ayhan Bîlgen de hêrsa xwe nîşandan û dirûşmên “Ev bajêr bi te serbilind e” berz kirin.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen vê sibehê di çarçoveya lêpirsîna “Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li 7 bajaran hat destpêkirin hat binçavkirin. Bîlgen li mala xwe hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Qersê. Di kêliya Bîlgen hat binçavkirin de xelk li ber mala wî kom bû û dema wî ji avahiyê derxistin birin wesayîta zirxî hêrsa xwe nîşandan. Welatiyan dirûşmên “Ev bajêr bi te serbilind e” û “Wê faşîzm têk biçe” berz kirin û bertek nîşanî operasyonê dan.    Tê payîn piştî karûbarên li Emniyeta Qersê werin kirin Bîlgen bişînin Enqereyê.