AKP'ê dê OHAL'ê carek din dirêj bike 2018-01-08 18:17:42   ENQERE - Berdevkê Hikûmeta AKP-MHP'ê Bekîr Bozdag, piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da û diyar kir ku dê OHAL'ê dîsa dirêj bikin.    Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag, piştî civîna Lijneya Wezîran ku di serokatiya Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayip Erdogan de pêk hat, pirsên rojnamegeran bersivand. Bozdag, diyar kir ku dê carek din OHAL'ê dirêj bikin. Bozdag, ani ziman ku ew dê OHAL'ê bînin rojeva Lijneya Ewlehiya Neteweyî û bi gumanek mezin dê bê erêkirin.