74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-09-24 19:40:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 74 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 721 kesên din jî bi şewbê ketine. Heya niha 7 hezar û 785 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 74 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 721 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 7 hezar û 785 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî 309 hezar û 790 e.