Endamên MÎT'ê hin tiştên din jî gotin 2018-01-08 16:41:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ên ku ji aliyê PKK’ê ve hatibûn girtin, der barê têkiliyên MÎT’ê de careke din li xwe mikur hatin û agahiyên nû dan. Di 4’ê Tebaxa 2017’an de li herêma Dûkan a Silêmaniyê endamên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ji aliyê Yekîneyên Hêzên Taybet ên PKK'ê ve hatibûn girtin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) der barê îtîrafên endamên MÎT'ê de nûçeyek nû weşand. Li gorî nûçeya ANF'ê Gunel û Pekçetîn têkildarî Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, hemû agahiyên girêdayî qetlîamê vegotin. Pekçetîn û Gunel navê hemû rêveberên MÎT’ê yên ku plana Komkujiya Parîsê kirin, kujer Omer Guney ku li Enqerê çawa dima û li gel kê hevdîtin kiriye, bileta balafirê û li ku derê standiye hemû gotin.   Gunel û Pekçetîn têkildarî MÎT’ê agahiyên balkêş dan û kesên di Komkujiya Parîsê de cih girtin û çawa terfî bûne û niha di çi erkê de ne, li ser van hemû tiştan agahî dan. Mikurhatin û dengên rêveberên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydîn Gunel ên ku ji aliyê PKK’ê ve hatibû girtin, di demek nêz de di ANF’ê de wê  were weşandin.