Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya 2020-09-24 17:17:45   AMED – Di doza Helîn Şen a ku dema qedexeyên derketina derve ya yên li Sûrê de bi guleya polisan hat kuştin de derbarê polisê bersûc de bi hinceta ku destûra lêpirsînê nehatiye dayîn biryara rawestandina darizandinê hat dayîn.    Di 12’ê cotmeha 2015’an de dema ku li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina derve berdewam dikir, Helîn Şen a 12 salî ku çûbû nan bikire, ji maşîneya polisan a tîpa kobra hatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî kuştina Şen de derbarê polisê bersûc Abdullah E. de bi sûcdariya “bi texsîr bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Polis bersûc Abdullah E. li danişînê ne amade bû. Dayika Şen Nazmîye, bavê wê Ekrem Şen û parêzerên wan Abdûllah Zeytûn, Ercan Yilmaz û Yûsûf Erdogan li danişînê amede bûn.   DOZ HAT RAWESTANDIN Piştî parastinên ku hatin kirin heyeta dadgehê, ji ber ku derbarê polise bersûc Abdullah E. de destûra lêpirsînê nehatiye dayîn biryara rawestandina darizandinê da. Parêzerên Şen wê biryara ku hat dayîn bibin 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û biryarê îttîraz bikin.