Li Marmarayê erd hejiya 2020-09-24 17:04:09   STENBOL – Li Stenbolê bi pileya 4.3 erd hejiya û hat gotin navenda wê Deryaya Marmarayê ye.    Li Deryaya Marmarayê saet di 16.38’an de bi pileya 4.3 erd hejiya. Erdhej li gelek deverên Stenbolê hat hîskirin. Çavdêrxaneya Kandîllî ragihand ku erdhej bi kûrahiya 12,9 kîlometre di bin erdê de li Deryaya Marmarayê pêk hatiye û pileya wê jî 4.3 ye.