Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî 2020-09-24 16:57:04   ENQERE – Malbata Şenyaşar a bi daxwaza edaletê li Enqereyê serdanên xwe didomîne, li Qesra Serokkomar Erdogan bi bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî.    Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û zarokên wê Fadil û Mehmet di hezîrana 2018’an de beriya hilbijartina giştî ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin, bi daxwaza edaletê li Enqereyê serdanên xwe didomîne. Malbata Şenyaşar bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir û her wiha malbat çû Qesra Serokkomar Tayyîp Erdogan ê Serokê Giştî yê AKP’ê.    Malbata Şenyaşar bi rayedarên Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) re li Qesrê hevdîtin pêk anî. Tevî hemû israrên malbatê jî nikaribû bi rayedarek din re hevdîtin bike. Ji malbatê hatiye xwestin ku bi nivîskî serlêdan bikin. Em têkildarî mijarê ji malbatê bi Ferît Şenyaşar re axivîn û got: “Em nêzî du saetan sekinînin. Tevî hemû hewldanên me jî tenê me dikaribû bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin bikin.”    Malbata Şenyaşar li Enqereyê hevdîtinên xwe temam kir û dê sibê vegere Rihayê.   Malbatê têkildarî hevdîtinê di hesabê xwe yê Twîtterê de wiha got: “Dayika Emîne ku kezeba wê şewitiye û destmala spî ku ji destê wê nakeve, daxwaza xwe ya EDALET’ê îro li Bêştepeyê ji rayedarên serokkomariyê re ragihand. Rayedaran jî dem ali dayika dilşewat guhdar kir, hêsir ji çavên wan hatin. Me delîl û qeydên tapeyan jî radestî wan kir.”