Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket 2020-09-24 15:19:44   AMED – Li navçeya Bismilê ya Amedê agir bi kargeheke rûn ket.    Ji ber sedemeke nediyar agir bi Kargeha Rûn û Kesp a Çelebî ya li taxa Tepe ya li navçeya Bismilê ya Amedê, ket. Agir di nav demeke kurt zêde bû. Li ser agahî dayînê agirkuj hat cihê bûyerê piştî xebateke dirêj agir vemirand.    Di agir bi 350 ton baliyên pembo yên li kargehên ketin û şewitîn.