Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû 2020-09-24 14:58:43   STENBOL – Koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat, lîsteya xwe ya namzetan a ji bo Lîjneya Giştî ya Baroya Stenbolê ku dê di navbera 10-11’ê cotmehê pêk bê, aşkera kir. Parêzer Sezîn Ûçar ji bo serokatiyê namzet hat nîşandan.    Aşkerakirina lîsteyên namzetan ên ji bo Lîjneya Giştî ya Baroya Stenbolê ku dê di navbera 10-11’ê cotmehê pêk bê, dest pê kirin. Koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat (ODAV), lîsteya xwe ya namzetan a ji bo serokatî û lîjneya rêveberiyê aşkera kir. ODAV, ji bo Serokatiya Baroya Stenbolê Parêzer Sezîn Ûçar û ji bo lîjneya rêveberiyê jî 10 kesan namzet nîşan da. Ji kesên ku ji bo lîjneya rêveberiyê hatine nîşandan 6 jê jin in.    Endamên Lîjneya Rêveberiyê: Muyesser Baş Ergîn, Fevzî Çelîk, Îlknûr Alcan, Îpek Bozkûrt, Fîlîz Aydin, Nûran Aslaner, Firat Epozdemîr, Sînan Zîncîr, Raziye Tûrgût û CemÎl Adiyaman.   Endamên Lîjneya Dîsîplînê: Mahmût Taşçi, Gulseren Yolerî, Ayfer Seven, Mahmût Serhat Karagoz û Saîka Bayraktar Ruzgar.   Endamên Lîjneya Venêrînê: Asya Ulker, Înan Poyraz û Mehmet Sanî Kizilkaya