Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin 2020-09-24 14:01:31   HATAY - Parêzer Mehtap Sert, ji aliyê hevjînê muwekîla xwe ve ku di asta berdanê de ne, bi kuştinê hat tehdîtkirin. Sert a li dozger gilî kir, da zanîn ku ewlekariya canê wê tuneye.    Parêzer Mehtap Sert a li Îskenderûnê dijî, ji aliyê hevjînê muwekîla xwe ve bi kuştinê hat tehdîtkirin. Parêzer Sert, ji ber vê yekê duh li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê gilî kir. Dadgehê derbarê hevjîna muwekîla Sert Mûstafa B. ên li ber berdanê de ne, biyara dûrxistinê da. Sert îro li dozger jî derbarê gefa lê hat xwarin de li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê gilî kir. Dozger piştî giliya Sert, dest bi lêpirsînê.    PEYMANÊN GEFÊ    Sert, diyar kir ku hevjînê mûwekîla wê Mûstafa B. ji ber sûcê “bi zanebûn kuştinê” girtîbû, lê piştî Qanûna Înfazê ji girtîgehê hat berdan. Sert, bal kişand ser peyamên Mûstafa B. jêre şandin û wiha got: “Parêzer, ji min, hevjîna min û doza me dûr bikevin. Xwe ji vî karî dûr bixin. Li zarokên xwe mêze bikin. Xetayek şaş neke. Dest ji min berdin. Ev hişyariya min a herî dawiye. Ev meheke gefên Mustafa B. dewam dikin. Ji ber vê min derbarê wî de gilî kir. Ewlekariya canê min tuneye.”    LI BUROYÊ TEHDÎT KIR    Mûstafa B. dure diçe buroya parêzer Sert û li buroyê jî wê tehdît dike. Parêzer Nevzat Ercan ê şahidiya bûyerê kir jî, wiha qala gefên Mûstafa B. xwarin kir: “Dibe ku tevgera jinan li pişt te bin, lê ev jî wê te xilas neke. Tiştên tu nizanî hene. Dest xwe ji dosyayê bikişîne. Dûr bisekine. Ercan, da zanîn ku Mûstafa B. her tim li parêzer Mehtap Sert bi telefonê digere û tehdît dike. Niha hem me gilî kir û hem jî biryara dirxistinê ji bo wî hat dayîn. Bi Qanûna Înfazê hat berdan. Ji ber van gefan em bi fikarin. Em dixwazin ku ev kes bê cezakirin.”