Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî 2020-09-24 13:28:53   DERSIM – Li Dersimê, di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî.    Walîtiya Dersimê û Meclisa Hifzissihha ya Ûmûmî ya Bajar, di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de biryarên nû hatin wergirtin. Di vê çaroveyê de di wesayîtên komguhêz ên nav bajar û nav bajaran de bikaranîna pere hat qedexekirin û pergala bilêtan ket meriyetê. Di rewşên ku bilet tunebe û ji neçarî pere bê bikaranîn jî divê kesên ku bi pere danûstandinê dikin lepik di destê wan de be.