Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor 2020-09-24 12:35:43 WAN – Girtîgeha Panosê her tim bi binpêkirina mafan di rojevê de ye. Di salek dawî de Mustafa Akyol, Kinyas Gulcan, Takiyettîn Ozkahraman û Ali Boçnak jiyana xwe ji dest dan.        Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê bi binpêkirinên mafên mirovan ên giran di rojevê de ye. Di salek dawî de li vê girtîgehê 4 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hema bêje her meh derbarê vê girtîgehê de raporên binpêkirina mafan tên amadekirin. Ev girtîgeh di serdama AKP’ê de wek “Girtîgeha Pîlot” hat avakirin. Girtî tim vê girtîgehê wek “kampa naziyan” pênase dikin li gel binpêkirina mafên mirovan her wiha ava paqij jî nadin girtiyan. Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) û Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê hefteyek berê raporek derbarê Girtîgeha Panosê de hatibû amadekirin û diyar kiribûn ku li girtîgehê şertên mirovî nemane.    HEZAR Û 564 GIRTIYÊN NEXWEŞ    Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehê ya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku di 31’ê Adara 2020’an de belav kiribû li girtîgehan 590 girtiyên nexweşên giran di nav de bi giştî hezar û 564 girtiyên nexweş hene.    AYM Û ATK XEMSAR NÊZÎ GIRTIYAN DIBIN    Parêzerên 4 girtiyên nexweş ên di salek dawî de li Girtîgeha Panosê de jyana xwe ji dest dane ji bo werin berdan gelek caran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û Saziya Tiba Edlî (ATK) hatiye xistin. Bi tu awayî bersiva serlêdanan nehatiye dayîn û van 4 girtiyan ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest dane.    Di salek dawî de 4 girtiyên jiyana xwe li Panosê ji dest dane wiha ne:   MUSTAFA AKYOL   Di sala 2011’an de li Agiriyê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê girtin û 13 sal û 6 meh ceza lê tê birîn. Akyol, Serokê Rêxistina BDP’ê yê berê ye. Di 16’ê îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest da. Akyol beriya jiyana xwe ji dest bide hefteyek berê radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê. AYM’ê û ATK’ê bersiva serlêdana ji bo Akyol neda û ji ber nexweşîna dil û parkinsonê jiyana xwe ji dest da.    KINYAS GULCAN   Girtiyê nexweş Kinyas Gulcan (59) di sala 1993’yan tê girtin. Piştî 10 sal girtî dimîne tê berdan. Di 1’ê îlona 2018’an de carek di bin îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê girtin. 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê tê birîn. Gulcan di 30’ê îlona 2019’an de ji ber enfeksiyon digire nexweş dikeve û wî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê û tê dermankirin. Gulcan 6 rojan li nexweşxaneyê tê ragirtin û di 6’ê cotmeha 2019’an de tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest dide. Ji bo berdana Gulcan gelek caran serî li dozgeriyê dane lê nehatiye berdan.    TAKIYETTÎN OZKAHRAMAN   Ozkahraman mamosteyê teqewît e û di sala 2017’an de li navçeya Melazgirê ya Mûşê tê girtin. Ozkahraman di 18’ê îlona 2020’an de nexweş dikeve û wî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê û tê dermankirin. Ozkahraman rojek şûn ve di 19’ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xe ji dest da. Birayê Ozkahraman, Sadullah Ozkahraman diyar kir ku beriya kekê wî were girtin tu nexweşî pê re nebûye û ji bo kekê wî were berdan du caran daxwazname daye Wezareta Dadê lê her du caran jî bêbersiv maye.    ALÎ BOÇNAK   Boçnak di sala 2009’an de li Qersê di bin navê “KCK’ê” de di operasyonekê de tê girtin. Boçnak bi hêceta ku mewlûda kurdî xwendiye negirtî tê darizandin. Di encama darizandinê de 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn û di sala 2013’an de cezayê wî tê pejirandin. Boçnak di sala 2017’an de tê girtin û dişînin Girtîgeha Panosê. Alî Boçnak ê 76 salî 3 sal bûn girtî bû û vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Gelek nexweşînên Boçnak hebûne. Ji bo wî serî li ATK’ê dane lê belê ATK rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye. Li ser vê yekê pêr serî li AYM’ê hatibû xistin.    MA / Dîndar Karataş