Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin 2020-09-24 12:35:02   MÊRDÎN – Li Mêrdînê cenazeyê 2 HPG’iyên ku di 8’ê tebaxê de di pevçûnekê li bejahiya Şemrexê de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana bêkesan hatin veşartin.    Di 8’ê tebaxê de li herêma Eyndilbê ya dikeve navbera gundê Şêbê û Kaniya Elî yên navçeya Şemrexê û gundê Şêba Jêr ê navçeya Dêrikê yên Mêrdînê, qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û pevçûn derketibû.   Cenazeyê 2 HPG’iyên ku di vê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber ku mînakên xwînê yên hatibûn dayîn lê yên wan nehatin, ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin girtin û li Goristana Kamor a li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê hatin veşartin.